Îranê dest bi bernameya dewlemendkirina ûranyûmê kir

Îran ku piştî DYE'yê biryar wergirt ku xwe ji berpirsyariyên Peymana Nukleerê vekişîne, ragihand, ku ji îro û pê ve dest bi dewlemendkirina ûranyûmê kirine.

Li gorî daxuyaniya Ajansa Enerjiya Atomê ya Îranê, li febrîqeya nukleerê ya li Fordoyê wê karê hilberandina ûranyûma dewlemendkirî ji nû ve dest pê bike. Vê daxuyaniyê welatên Ewropayê xiste nava fikaran ku piştî vekişîna Serokê DYE Donald Trump ji peymana Nukleerê hewl dan peymanê 'rizgar' bikin.

Li gorî nûçeyeke din a ajansa nûçeyan a nîv fermî ya Îranê Îsnayê, Ajansa Enerjiya Atomê ya Îranê ragihand ku ji doh bi şev ve divê karê enjektekirina gaza santrîfujên nukleerê (ûranyûm hekzaflorur) ya li herêmê dest pê bike.

Biryara Îranê piştî bidawîbûna dema ku Îranê dabû Çîn, Rûsya, Brîtanya, Fransa û Elmanyayê ya ji bo hewldana li dijî pêkanînên Emerîkayê hate wergirtin. Îran ku ji ber pêkanînên Emerîkayê gelekî zerar dît ji welatên din dixwaze ku pêkanînan by-pass bikin û bi taybetî derfetê ji firotina petrolê pêşkêş bikin.