Îranê bersiv da gefên Trûmp
Îranê bersiv da gefên DYE'yê ku gotibûn wê li 52 nuqteyan bixin.
Îranê bersiv da gefên DYE'yê ku gotibûn wê li 52 nuqteyan bixin.
Serokê DYE'yê Donald Trûmp der barê êrişeke gengaz a Îranê ya li dijî baregehên wan ên li Iraqê gef xwaribû. Trûmp gotibû, "Eger Îran careke din êriş bike, em ê li 52 hedefên Îranê bixin."
Serokê Fermandariya Giştî ya Îranê Mûhammed Bakirî der barê hişyariya "Em ê lê bidin" a Trûmp got, "DYE newêreke ku bi Tehranê re bikeve nava şer."
Wezîrê Enformasyon û Telekomunîkasyonê yê Îranê Mûhammed Cevad Azerî Cahromî jî li ser twîtterê peyamek weşand û got, "Mîna DAÎŞ'ê, mîna Hîtler, mîna Cengîz. Hemû ji çandê aciz in. Trûmp terorîsteke ku qat li xwe kiriye. Wê di demeke kurt de hîn bibe kes nikare netewe û çanda Îranê ya mezin têk bibe."