Îran: Têkbirina Îsraîlê êdî ne tiştekî xeyalî ye!

Şefê Muhafizên Şoraşa Îranê Huseyîn Salamî têkbirina Îsraîlê bi gotina ‘Êdî ne xeyal e, armancek ku mirov dikare xwe bigihînê ye’ pênase kir.

Li gorî malpera fermî ya Muhafizên Şoreşê Sepahnews, general Huseyîn Salamî raghihandiye ku tinekirina Îsraîlê êdî hedefeke ku mirov dikare xwe bigihîniyê.

Salalm destnîşan kir ku di pêvajoya 40 salî ya Şoreşa Îslamî ya Îranê de ‘gihiştiye wê astê ku rejîma sîonîst têk bibe.’

General Slamî got: “Di qonaxa duyemîn a Şoreşê de bi temamî jinavbirina vê rejîma bêrûmet û êdî ev ne îdeal û xeyal e, armanceke ku mirov dikare bigihêjê ye.”