Îran li hemberî DYE’yê ‘serfirazî’ îlan kir
Piştî ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî zextên DYE red kir, Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî ‘serfirazî’ îlan kir.
Piştî ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî zextên DYE red kir, Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî ‘serfirazî’ îlan kir.
Serokkomarê Îranê Rûhanî di Konseya Wezîran de axivî û got ku: “Neteweya Îranê li Neteweyên Yekbûyî serkeftineke mezin a siyasî, hiqûqî û dîplomatîk bi dest xist. Sedema vê serfiraziyê berxwedana gelê Îranê ye.”
Rûhanî got: “Mezinahiya Emerîkayê wekî hegemonyaya wê ya global têk çû.”