Îran li çareseriya krîzên aborî digere

Piştî guşarên DYA’yê ya li Îranê, Îran dest bi hildana zend û bendan kiriye ji bo çareseriya krîzan. Duh şev saziyên rejîma Îranê di bin serokatiya Lîdarê Rûhanî Seyîd Alî Xamneyî de li hev kom bûn.

Piştî guşarên DYA’yê ya li ser Îranê û şûnde, li Îranê di serî de krîzên aborî, siyasî û civakî derketin pêş. Welat ji bo çareseriyê li ser hev dicivin û kom dibin.

Rêveberên daraz, rêveberî, qanûn û darizandinê di bin serokatiya Lîdarê Rûhanî Seyîd Alî Xamneyî de li ehv civiyan.

XAMNEYÎ MUKURHATINA KRÎZA ABORÎ KIR

Di civîna bi qasî du saet û nîv dom kir de Xamneyî ev tişt got: “Li gel çareserkirina pirsgirêkên aborî yên li welat, ji bo pêşwazîkirina pêwîstiyên bingehîn ên civakî, pêwîstî bi ked û hewldaneke yekcar mezin heye. Bi taybet ev pirsgirêk welatiyên ku dahata wan pir kême dixe nava zoriyên mezin.”

Xamneyî destnîşan kir ku divê endamên Desteya Koordînasyona Aboriyê biryarên diyar û zelal ên ji bo rakirina vê pirsgirêkê bigirin û got: “Ji bo derbaskirina pirsgirêkên mîna bankan, hêza kirînê, bikaranîn, enflasyon û pêvajoya buceyê, divê biryarên cidî û operasyonalî bên girtin.”

Xamneyî pêşniyar ji bo saziyên rêveberî, daraz û darezandinê û bi taybet li hikûmetê kir û got: “Divê guh bê dayîna kesên pêşketî û ekonomîstên birêz ên sektorên taybet ên ji bo rêyên çareseriyê.”

PIRSGIRÊKÊN KRÎZÊ KIR DU BEŞ

Xamneyî pirsgirêka aborî weke du beşên mîna ‘Pirsgirêkên aboriya hundir û çêkerî’ û ‘pirsgirêkên çavkaniya xwe ji guşarên DYA’yê girtî’ kir du beş. Xamneyî ev tişt got: “Divê ev her du beş baş bê nirxandin û serî li tedbîrên bi mentiq bên dayîn. Di encamê de gihiştina aramniya welat û çareserî dîtin û xeyalên dijminên guşar kirîn vala derxistin be.”