Îran dixwaze têkiliyên xwe yên bi welatên herêmê re xurt bike

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî diyar kir, ew amade ne têkiliyên xwe yên bi welatên Rojhilata Navîn re xurt bikin.

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî li bajarê Bender Gûnaveyê axivî û got, "Îran ji bo parastina ewlekariya Rojhilata Navîn amade ye bi dewletên herêmê re bixebite."

Rûhanî got, "Emerîka û Îsraîl ku dijminên me ne, dixwazin Îraniyan parçe bikin."

Rûhanî îdîa kir, stratejiya DYE'yê ya li dijî Îranê mehkûmî têkçûnê ye û got, "Em ê serê xwe li ber zexta Emerîka û Îranê netewînin."

Ev daxuyaniya Rûhanî di demeke welê de hate dayin ku DYE hewl dide zextên xwe yên li ser Îranê zêde bike. Li herêmê di navbera Îran û Erebîstana Siûdî de bi dehan sal in şerê hevrikiyê heye. Li Sûriye û Yemenê di aliyên dijber de cih digirin.

ÎSRAÎLÊ JÎ TÊKILIYÊN XWE YÊN BI WELATÊN EREB RE ZÊDE KIR

Erebîstana Siûdî biryara par a DYE'yê silav kiribû ku bi rengekî yek alî xwe ji peymana nukleerê ya bi Îranê re vekişandibû.

Ji bilî Îranê, Îsraîl jî hewl dide têkiliyên xwe yên bi Erebîstana Siûdî û welatên Kendavê re urt bike. Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû bi vê armancê Cotmeha 2018'an serdana Ûmmanê kiribû. Îsraîlê her wiha gelek caran li hedefên Îran û Hîzbûllahê yên li Sûriyeyê xistibû.

Di konferansa Rojhilata Navîn de ya nava hefteyê DYE'yê li Varşovayê organîze kir, danûstandinên Îsraîlê yên bi welatên Ereb re bal kişandibûn. Netanyahû di hevdîtinan de ragihandibû ku Îsraîl ji bo welatên Kendavê gef nîne û gefa bingehîn Îran e. Nîşaneya vê paradîgmaya nû jî ji Bahreynê hat.

Wezîrê Karen Derve yê Bahreynê Halîd El Halîfa daxuyaniyek da û got, "Em hîn bûn ku şerê navbera Fîlîstîn û Îsraîlê weke şerê herî girîng ê herêmê binirxînin. Lê belê me dît ku ji vê jî yeka nû û hîn bi jehr heye: Îran." Nerazîbûneke bi vî rengî vekirî beriya niha ji welatên Kendavê nehatibû.