Îran bi bêdengî xerq dibe

Li Îranê ji Newrozê û vir ve ji ber barana zêde lehî radibin. Bi hezaran gund hatin valakirin, bi sedan pir hilweşiyan, bi sedan kes mirin. 

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bobeleteke giran heye. Lehiyê bandor hema hema li 31 eyaletan kir. Pêla pêşî 19'ê Adarê dest pê kir. Welat hema hema bi tevahî di bin baranê de ma. Lê piraniya cîhanê hay ji vê tine. Lê dîmên li ser tora medyayê û li ser hin malperan nîşan dide bê ka rewş çendî kambax e.

Lê bi giştî li cîhanê li ser vê bobelatê bêdengiyek heye û sedema wê jî qedexeyên li ser medyayê ya Îranê ye. Medyaya navnetewî qedexe ye. Medyaya navxwe jî bi kontrola rejîmê ye. Ji ber vê jî pir zehmet e ku bobelat were bihistîn û rewşa wê ya rastîn derkeve holê. Lê şahidiya hin kesên ku bobelat bi ser wan de hatî, ya di telezviyonên dewletê de, derbarê asta bobelatê fikrekî bi mirov re çêdike.

Rojnameya înternetê ya alternatîf a Fransayê rewşa li Îranê dişibîne bagera Katrînayê ku li DYE'yê New-Orleans kevir li ser kevir nehiştî  û lê zêde kir, ''Jê cudatir, Îran bi bêdengiyekê xerq dibe''. Cudatiya wê ya ji Luîsîana û Florîdayê jî wiha pênase dike: Lehiyê ji 31  eyaletên Îranê li 23'yan da. Li Başûr nexasim li Hûzîstan û Lorîstanê, li bakur li Gulîstan û Mazanderanê, li navendê jî herî pir bandor li eyaleta Farsê kir.

Li gorî daneyên fermî yên rejîma Îranê di lehiyan de ji 70 kesî zêdetir mirov mirin. Li gorî malperên înternetê yên muxalîf ên Îranê, rejîm ji bo ku helwest kêm bin, agahiyan kontrol dike.