ÎMO: Germa global dibe ku bigihêje 3-5 pileyî

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (ÎMO), ji ber zêdebûna gaza ser ya li atmosferê, germa li ser rûyê erdê wê ji 3 heta 5 pileyî bilind bibe.

Li gorî daneyên ji aliyê ÎMO ve hatin weşandin, germa li ser rûyê erdê, di 10 mehên destpêkê yên salê de li gorî dema beriya şoreşa pîşesaziyê bi pileyekê zêde bûye. Hate ragihandin ku bi mehên Mijdar û Kanûna 2018'an re wê îsal bibe yek ji salên herî germ.

ÎMO'yê diyar kir, rêjeya gazên sera yên li atmosferê tên belavkirin wê îsal bigihêje asta rekorê û ragihand, eger di vê astê de bidome wê rekora zêdebûna germê ya sedsala dawî bê şikandin. Hate gotin, eger rewş bi vî rengî be wê sala germa global a sala 2100'î li gorî dema beriya sala 1900'î ji 3 heta 5 pileyî zêde bibe.

Sekreterê Giştî yê ÎMO'yê Petterî Taalas daxuyaniyek weşand û diyar kir, eger enerjiya fosîlê yên weke petrol, komir û gaza xwezayî bi temamî bên qedandin, wê germa global derkeve ser 3-5 pileyî.  Taalas ragihand, yên ku herî zêde bi bandora germa global hesiyan e nifşên heyî ne û yên pêşî li guhertina avhewayê bigire jî dîsa nifşên heyî ye.