Îdîanameya der barê Trûmp hate îmzekirin: Senato wê biryarê bide

Seroka Meclîsa Nûneran Nancy Pelosî îdîanameya der barê ezîlkirina Donald Trûmp îmze kir.

Pêvajoya ezîlkirina Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trûmp dewam dike. Îdîanameya der barê wî hatibû amadekirin ji bo bişînin Senatoyê hate îmzekirin. Îdîanameya ku piştî biryara ezîlkirinê ya li Meclîsa Nûneran hate amadekirin, bi îmzeya Serok Nancy Pelosî wê ji Senatoyê re bê şandin.

Pelosî ya ji Partiya Demokrat, piştî pejirandina îdîanameyê daxuyaniyek da û got, "Em di demeke dîrokî de ne" û bal kişand ser girîngiya pêvajoya ezîlkirinê.

WÊ JI ALIYÊ ENDAMÊ DEMOKRATAN ADAM SCHÎFF VE BÊ ŞOPANDIN

Li aliyê din endamê Meclîsa Nûneran ê ji Partiya Demokratan Adam Schîff weke kesê ji dozgerên lêpirsîna ezîkirina Trûmp a li Senatoyê bişopînin berpirsyar hate wezîfedarkirin. Schûff beriya ku ji Meclîsa Nûneran re bê hilbjartin li Kalîforniyayê dozgerê federal bû.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp tê sûcdarkirin ku ji bo têkiliyên kar ên kurê hevrikê wî yê demokrat Joe Bîden lêpirsîn bike, zext li Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî kiriye û wezîfeya xwe bi rengekî nebaş bi kar aniye.

Lê belê xuya ye biryara ezîlkirina Trûmp ji Senatoyê derbas nebe. Li Senatoyê ku 100 endamên xwe hene tenê 47 kursî yên demokratan e.