Îdîaya ku piştî DAIŞ’ê wê li Rojhilata Navîn şerekî din çêbibe

Gelo piştî DAIŞ’ê wê li Rojhilata Navîn şer biqede? Wezîrê berê yê Karê Derve yê Elmanyayê Jochka Fîscher diyar kir ku wê şerên hegemonîk dest pê bike. Li gorî Fîscher wê Siûdî Erebistan û Îran têkevin şerekî vekirî.

Wezîrê berê yê Karê Derve yê Elmanyayê Yoçka Fîscher diyar kir ku wê şerên hegemonîk dest pê bike.

Fîscher di analîza xwe ya di Medîas24’ê de qala şerê nû yê Rojhilata Navîn kir. Li gorî Fîscher bêîstîkrariya li herêmê bi kêrî Îranê tê.

Fîscher diyar dike ku: “Piştî ku DAIŞ têk çû wê di navbera Siûdî Erebistan û Îranê şerekî vekirî dest pê bike. Ev şer bi awayekî qaçax û bi wekaletan domiya. Lê niha herdu hêzên çalak ketine pozîsyona şer. DYA li rex Siûdî Erebistan û Rûsya jî li rex Îranê ye. Siûdî Erebistan ligel çar dewletên din bi sedema ku têkiliyên wê bi Îranê re heye Katar îzole kiribû.

Şerê bi Îranê re wê bandoreke mezin li Rojhilata Navîn bike.

DYA jî piştî hilbijartina Trûmp li herêmê tehahut da Siûdî Erebistanê û şerê  bi devkî yê li hemberî Îranê jî gur kir.”