Êrîşên li Darfûrê: Herî zêde bandor li ser zarokan dibe

Li Sûdanê ligel ku dîktatoriya El Beşîr ket jî êrîşên qirkirinê yên li Darfûrê didome. Tê diyarkirin ku ev êrîş bandoreke mezin li ser zarokan dike.

Li herêma Darfûrê ya ku di sala 2003’an de li ser Xirîstiyanan qetlîam hatibû lidarxistin, hefteya borî jî li Masteriyê êrîş hatibûn kirin û bi dehan kes mirin.

Ev êrîş ji ber hincetên dînî û etnîk tên kirin û tê diyarkirin ku li ser nifşên nû wê bandoreke mezin bike.

Li gorî daxuyaniya saziya alîkariyê ya Save The Chîldrenê li Darfûrê ya ku nifûsa wê 500 hezar e, ji ber êrîşan 14 hezar zarok ji mafê tendirustî û têrbûnê mehrûm dimînin. Hate diyarkirin ku ji ber êrîşên dawîn dîspanser û buroyên li Masteriyê jî hatine girtin.

Piştî êrîşa li Masteriyê ji bajêr û derdora wê 10 hezar kesan koç kirin û hezar kesan jî xwe spartin welatê cîran Çadê.

Omer El Beşîr 30 salan dîktatoriya xwe domand û di sala 2003’an de li Darfûrê bi sed hezaran kes kuşt. Li gorî Save The Chîldrenê 1,2 milyon di nav şertên dijwar de dijîn.