BI DÎMEN

Êrişeke çekdarî li Donald Trump hate kirin

Namzetê Serokê DYE'yê Donald Trump di dema mîtînga li Pensilvanyayê de bû hedefa êrişeke çekdarî û ji guhê xwe birîndar bû.

Donald Trump ku ji bo hilbijartinên serokatiyê yên meha Mijdarê namzet e, dema ku li eyaleta Pensilvanyayê mîtîngek lidar dixist, bû hedefa êrişeke çekdarî. Piştî ku dengê çekê hate bihîstin, Trump bi guhê xwe ve girt û xwe berjêr kir. Piştre ajanên servîsa veşartî û polîsan Trump ji qadê birin.

Trump piştî bûyerê daxuyaniyek da û got, "Rewşa min baş e, ji kontrola tibî derbas dibim."

Hate ragihandin ku kesekî tevlî mîtîngê bû hate kuştin, 2 kes jî bi giranî birîndar bûn. Hate gotin, ajanan êrişkar li cihê bûyerê kuştine.