Êrişa li ser Şengalê li Saarbruckenê hate şermezarkirin

Êrişa dewleta Tirk a li ser Şengalê li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê, êrişên dewleta Tirk ên li Şengalê hatin şermezarkirin.

Kurdistanî li ber Eûropagalerîeyê li hev kom bûn û ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz girtin.

Di çalakiyê de alên YBŞ, YJŞ, YPG û YPJ û saziyên Kurdistanî hatin hildan û êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de ku belavok hatin belavkirin, hate ragihandin ku dewleta Tirk ji ber ku xwe li hebûna Kurdan ranagire êrişê dike.

Çalakgeran bang li her saziyên Kurdistanî kirin ku nedin pey hesabên biçûk û ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî gavê biavêjin.

Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.