Êrîşa li balafirgehê: Riyadê hişyarî da Tehranê

Piştî êrîşa Hûsiyan a li dijî balafirgeheke li Erebîstana Siûdî, rêveberiya Riyadê hişyarî da Îranê.

Alîkarê Wezîrê Parastinê Prens Halîd Bîn Salman li ser Twitterê daxuyaniyek weşand û ragihand ku Îran ji êrîşê berpirsyar e. Di twitterê de nivîsî, "eger êrîşên ku bi rengekî yekser an jî bi rêya milîsan tên kirin bidomin wê encamên xwe hebin."

Li dijî balafirgeha sivîl a Abha ya li başûrê rojava yê Erebîstana Siûdî Çarşemê bi fuzeyan êrîşek hatibû kirin. Milîsên Hûsî yên Yemenî berpirsyariya êrîşê dabûn ser milê xwe.

Li gorî rêveberiya Riyadê 8 ji birîndaran rakirin nexweşxaneyê 18 jî li cihê bûyerê hatin dermankirin.

Ji sala 2015'an û vir ve li Yemenê di şerê dijî Hûsiyan de Riyad pêşengiyê ji Koalîsyona Ereb re dike. Koalîsyona Ereb piştî êrîşê daxuyanî da û gef xwar ku wê bi rengekî lez û tund bersivê bidin.