Çîpras bang li Enqerê kir: Jiyana însên nekin amûra şantajê

Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksîs Çîpras li dijî Tirkiyê, ku du leşkerên Yewnan rehin kirine helwesta xwe hişk kir. Çîpras got, jiyana însên nekin piyon an jî amûra şantajê.

Serokwezîrê Yewnanîstanê Çîpras ji rojnameya Ducumento re axivî û got, ‘’Jiyana însên û azadiya însên ji bo lîstikên desthilatdariyê ne piyon in û ne malzemeya şantajê ye, divê wiha neyê bikaranîn.’’

Ev du meh in du leşkerên Yewnan ji hêla dewleta Tirk ve hatine rehînkirin. Aliyê Tirk dibêje leşkeran bi rengekî derzagonî sînor bezandine.

Rêveberiya Atînayê dibêje ev 2 leşker, 2’yê Adarê dema ku di navbeyna sînorê Tirk-Yewnan de li ser dewriyê bûn, ji ber sedema şertên nebaş ên hewayî bi şaşî sînor bezandine.

Hikûmeta Tirk di ber leşkeran de 8 leşkerên ku piştî hewldana darbeye ya 2016’an derbasî Yewnan bûne, dixwaze. Atîna naxwaze ku leşkerên Yewnan û ev bûyer bi hev ve werin girêdanê.

Çîpras got, ‘’Berê dema li ser dewriyê leşkerên Tirk ku çend metroyan derbasî xaka Yewnan bûn, me berdan. Em heman tiştkî ji Serokkomarê Tirk jî hêvî dikin.’’