Çînê DYE îkaz kir: Hêza xwe îstismar meke!

Rêveberiya Çinê îkaz da DYE ya ku bi sûîkastekê fermandarê Îranî Qasim Silêmanî kuşt û ji DYE’yê re got; “Hêza xwe îstismar meke.”

Wezîrê Karê Derve yê Çînê Wang Yî bi hempîşeyê xwe yê Îranî Mûhammed Cevad Zarîf bi telefonê axivî û wiha got; “Operasyona bi talûke ya Emerîkayê normên bingehîn yê têkiliyên navnetewî binpê dike.”

Wang Yî wiha jî got; “Wê alozî û turbulansa herêmê zêdetir bibe. Di têkiliyên navnetewî de Çîn li dijî bikaranîna hêzê ye. Rêbazên leşkerî yê bi zextên giran mehkûmî têkçûnê ne.”

Wezîrê Karê Derve yê Çinê Yî wiha domand; “Divê DYE dev ji îstismara zorê berde û li rêyên çareseriya diyalogê bigere.”

Çîn, Îran û Rûsya hefteya derbasbûyî li Okyanûsa Hînt û Kendava Ûmmanê tatbîqata hevpar pêk anîbûn.