Çînê 36 balafirên xwe yên leşkerî şand derdora Taywanê

Wezareta Parastinê ya Taywanê ragihand ku li derdora Kendava Taywanê 36 balafirên Çînê yên leşkerî hatine tespîtkirin.

Li Taywanê di hilbijartinên cigirîya serokatiyê de Laî Chîng Te hate hilbijartin ku Laî Chîng Te ji aliyê dewleta Çînê ve zêde nayê hezkirin û ev yek jî bû sedema zêdebûna ragêşiya di navbera her du welatan de.

Wezareta Parastinê ya Taywanê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 36 balafirên Çînê yên leşkerî û 6 keştiyên şer li derdora Taywanê hatine tespîtkirin. Hate destnîşankirin ku hin balafir ji xeta navîn a Kendava Taywanê derbas bûne. Ev xeta berbehs her çend bi awayekî fermî neyê qebûlkirin  jî,  weke sînorê di navbera Çîn û Taywanê de tê zanîn.

Ev operasyona leşkerî ya nû weke bertek ji seredanên Taywanê yên ji bo Ewropayê re hate nîşandan û ev yek bû mezintirîn bicihbûna leşkerî ya îsal.

Çîn seredanên Taywanê yên ji bo Ewropayê rexne dike û dibêje ku yek hewldanên serxwebûna Taywanê ne.

Lê belê rayedarên Taywanî dibêjin ku piştevaniya zêde ya navneteweyî ya ji wan re tê kirin, Pekînê aciz dike. Li gorî pisporan jî zêdekirina operasyonên leşkerî yên Çînê hewldana kêmkirina bandora Taywanê ya li qada navneteweyî ye. 

Ragêşiya di navbera Pekîn û Taywanê de ne tenê li ser behrê di hemam demê de di dîplomasiyê de jî her ku diçe zêde dibe. Hevdîtina Wezîrê Derve yê Emerîkayê Antony Blînkenî ya li gel  Serokê Fîlîpînê Ferdînand Marcos, bû sedema berteknîşandana Çînê. Ev rewş tesîra wan a li ser ewlehiya Taywanê zêdetir dike.

Li gel zêdebûna ragêşiya di navbera Taywan û Çînê de, rewşa li herêmê aloztir dike.

Çîn Taywanê weke xaka xwe dibîne û dibêje ger ew bixwaze dikare wê bi zorê jî be bi dest bixe.