Çîn ji ber felaketên xwezayî bi fikar e
Li Çînê ji ber şert û mercên meteorolojiyê fikar hene ku di meha Tîrmehê de felaketên xwezayî pêk bên.
Li Çînê ji ber şert û mercên meteorolojiyê fikar hene ku di meha Tîrmehê de felaketên xwezayî pêk bên.
Li gor agahiya serwîsên meteorolojiyê, tê payîn ku di 4’ê Tîrmehê de li kembereke berfireh a ku ji navenda welêt ji başûrrojavayê rojhilatê Çînê derbas dibe, baraneke xurt bibare.
Ji ber baranê û fikarên li ser felaketên xwezayî, di asta herêmî de hişyarî hate dayin.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Çîna Nû ragihand ku Çîn wê di meha Tîrmehê de bi gelek karesatên xwezayî, bi taybet mîna lehî (...), bayê xurt û germahiya bilind re rû bi rû bimîne.
Li gorî medyaya xwecih li bakurê rojavayê Çînê, parêzgeha Shaanxî vê heftEyê piştî rewşa xirab a hewayê ya '50 salî' bi dehan mal û rê ziyan dîtin.
Rayedarên parêzgeha Hunan a li navenda welêt di 3’ê Tîrmehê roja Yekşemê de ragihandin ku ji ber lehiyên hefteya bihurî ku di encamê de zêdetirî 2 hezar xanî ziyan dîtibûn de 10 hezar kes ji wir hatine derxistine.
Zanyar destnîşan dikin ku Çîn di mehên dawî de bi şert û mercên hewayê yên dijwar re rû bi rû maye ku ji ber guheztina avhewayê dijwartir bûne.
Di vê navberê de her ku diçe germahî bandorê li bakurê welêt jî dike, li Pekînê û herêmên cîran di rojên dawî de germahî derket 40°C an û jortir.
Germahiya li paytexta Çînê di dawiya Hezîranê de gihîşt 41,1 ° C. Ji sala 1961’an vir ve bû roja herî germ a meha Hezîranê.