Çeteyên Lîwa Mûtasim ên li Tirkiyeyê hatin perwerdekirin li Lîbyayê ne

Ji koma çete ya Lîwa Mûtasim a dewleta Tirk 240 çete ber bi Lîbyayê ve hatin veguhastin. Her wiha komeke din a çete perwerde dike ji bo rojên bê bişîne Lîbyayê.

Dewleta Tirk, çeteyên xwe yên "Artêşa Millî" hîn jî dişîne Lîbyayê ji bo bi hêzên "Hikumeta Mûtabaqata Neteweyî" ya Feyyaz Sarraç re li dijî Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ya Meclîsa Nûneran a li Tobrûkê şer bikin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pêbawer hatin wergirtin, 240 endamên çeteya Lîwa Mûtasim ji Tirkiyeyê ber bi Lîbyayê ve hatine şandin û li Selahaddînê hatine bicihkirin.Komeke din a ji 200 kesî ya ser bi Tumena Hamza jî li navçeya Kîlîs a Dîlokê di perwerdeya "leşkerî" de ye û dema ku perwerdeya xwe qedand wê ber bi Lîbyayê ve bê şandin. Çavkanî diyar kir, perwerdeyê mehekê dewam kir û hindik maye ku biqede.

Li gorî lihevkirina Tirkiye û rêxistiniya Feyyaz Sarrac ku di 27'ê Mijdara 2019'an de li Stenbolê hate kirin, dewleta Tirk çeteyên xwe yên "Artêşa Millî" kom bi kom dişîne Lîbyayê.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda xwe li Londonê ye (SOHR) ragihand ku Tirkiyeyê ji 2'ê Gulanê û heta niha 7 hezar û 400 kes derbasî Lîbyayê kiriye û 249 ji wan hatine kuştin.