Çeteyên DAÎŞ'ê komkujiya li Kabûlê li xwe girt

Çeteyên DAÎŞ'ê êrîşên xwekujî yên li paytexta Afganîstan Kabûlê hatin kirin li xwe girt ku di encamê de zêdeyî 20 kes mirin.

DAÎŞ'ê ragihand ku xwekujekî wan ê bombe li xwe pêçandibû, di nava hêzên ewlekariyê, rojnamevan û gelek kesan de xwe teqand. Baskê eyaleta Xorasanê yê çeteyên DAÎŞ'ê êrîş li xwe girt.

Li gorî agahiyên ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatin dayin, ji ber êrîşa ku li nêzî navenda îstîxbaratê hate kirin, herî kêm 21 kes mirin ku rojnamevan jî di nav de hene. 27 kes jî birîndar bûn. Berdevkekî polîsan jî got, 25 kes mirine, herî kêm 45 kes birîndar bûne.

Çavkaniyên herêmî jî ragihandin ku êrîş ji aliyê du êrîşkarên xwekuj ve hatiye kirin û gotin, piştî teqîna destpêkê dema ku rojnamevan li cihê bûyerê kom bûn teqîna duyemîn rû da. Hate gotin, yek ji rojnamevanên hatine kuştin nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) ye û sê rojnamevanên din jî xebatkarên televîzyona Afgan in.

Li hemberî avahiya navenda îstîxbaratê meha Adarê jî êrîşeke xwekujî hatibû kirin. Di encamê de 3 kes miribûn, 5 kes jî birîndar bûbûn.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, Kabûl ji bo sivîlan cihê herî xetere yê Afganîstanê ye. Êrîşên ku dema dawî li Kabûlê tên kirin, çeteyên DAÎŞ'ê û Talîban li xwe digirin.

22'ê Nîsanê li taxeke Şîa êrîş hatibû kirin û nêzî 60 kes miribûn, 20 kes jî birîndar bûbûn.