Çeteyên DAÎŞ’ê êrîşên xwe zêde kirin

Li herêma Dêrazorê ya Sûriyeyê û li Bûkemalê ya ku li ser sînorê Iraqê ye, şer girantir dibe. Çeteyên DAÎŞ’ê di 8’ê Hezîranê de êrîşeke mezin dan destpêkirin.

Çeteyên DAÎŞ’ê piştî ku vekişiyan çolê, ev çend meh in amadekariyan dikin. Di 8’ê Hezîranê de li dijî rejîmê êrîşeke mezin dan destpêkirin. Çete herî zêde di navbera Dêrazor û Humusê de, li aliyên rojhilat ên herêma Suweydayê ne.

Çete têkildarî operasyonên xwe êdî daxuyaniyan nadin. Êrîşên xwe veşartî dikin. Pispor diyar dikin ku DAÎŞ’ê têkildarî Bûkemalê êdî daxuyaniyeke ji bo propandayê jî nekiriye.

Rejîma Sûriyeyê li peravê Feratê hin qad bi dest xistiye lê çeteyên DAÎŞ’ê li çolê gefan li rejîmê dixwe.

Çete ji Hajîna li hemberî Bûkemalê,  li ser rêyên Dêrazor, Mayadîn û Bûkemalê êrîşan li dar dixin.

Çeteyên DAIŞ'ê careke din baregehên rejîma Sûriyeyê û hevkarên wê yên li çola Dêrazorê kirin hedef. Çeteyan êrîşek dijber birin ser baregehên hêzên rêjîmê yên li nêzî Stasyona duyemîn a T2 ku di navbera gundewarên rojhilatê Humis û Dêrazorê de ye.

Di navbera herdû aliyan şerên giran rûdan. Di heman demê de topbaran di navbera herdû aliyan de pêk tê. Derbarê endamên şer de tu agahî nehatin dayîn.

Di heman demê de li derdora bajarê Bûkemal a stratejîk jî di navbera DAIŞ û hêzên rêjîma Sûriyê de şer derket. Şer bi awayekî demkî li li rojava û bakur-rojavayê Bûkemal rû dide.

Li aliyê din di çend saetên derbasbûyî de jî li gundên Dêrazorê yên di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne, bi taybet ên li ber ava Firatê rêzeteqîn pêk hatin. Hate gotin ku teqîn di encama bombebebarana balafirên Koalîsyona Navdewletî ya li ser herêma bajaroka Sûse pêk hatiye.

Li aliyê din jî li herêmên rojavayê bajarê Helebê topbaran di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê de pêk hat. Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê da zanîn ku hêzên rêjîmê bajaroka Xan El-Esal topbaran kirine û herêmên ji bajaroka Kefer Naha jî topbaran kir. Di encama topbaranê de ziyanên madî pêk hatin.