Çeteyên DAÎŞ'ê êrişên xwe yên li Iraqê zêde kirin

Çeteyên DAÎŞ'ê doh bi şev li du herêmên cuda yên Iraqê êriş kirin û di encamê de 4 jê polîs û yek jê endamê Haşdî Şabî 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Çeteyên DAÎŞ'ê ku li ser xakê têk çûn bi êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava ji nû ve zindî bûn.

Di demên dawî de li Sûriye û Iraqê êrişên xwe zêde kirin. Bi taybetî li herêmên "cihê nîqaşê" yên navbera Iraqê û Başûrê Kurdistanê êriş zêde kirin.

Di mehên Mijdar û Kanûnê de li Mûsil, Tel Afer, Anbar, Kerkûk, Diyala, Xaneqîn, Germiyanê gelek caran êriş kirin.

Çeteyên DAÎŞ'ê şeva Şemiyê li navçeya Beycî ya Selahaddînê û navçeya Sadiye ya Diyalayê êriş kirin.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku êriş li dijî bendeke kontrolê hate kirin. Hate ragihandin ku destpêkê bi bombeya zindî êriş hate kirin, ji ber ku negihişt armanca xwe li cihê êrişê şer rû da. Di şer de 4 polîsên federal ên Iraqê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku di şer de gelek çeteyên DAÎŞ'ê jî hatin kuştin.

Çeteyên DAÎŞ'ê tevî vê êrişê li Diyalayê jî êrişî bendeke kontrolê ya Haşdî Şabî kirin.

Êriş li nêzî bajarokê Sadiye rû da û di encamê de endamekî Haşdî Şabî jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn.

Li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên hefteya derbasbûyî li navçeya Dibiz a Kerkûkê û li herêma Kîfrî ya Germiyanê êriş kirin operasyonek ji aliyê artêşa Iraqê ve hate destpêkirin.

Operasyon li nava hin herêmên Mûsilê jî hate berfirehkirin.