Çeteyan li Nîjeryayê careke din komkujî kirin: Herî kêm 10 kes mirin

Çeteyên ser bi DAÎŞ'ê li Nîjeryayê êriş birin ser konvoya alîkariya însanî. Ji ber êrişê herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, çeteyan konvoyeke ku ber bi herêma Maîdûgûrî ya eyaleta Borno ve diçû rawestandin û komkujî kirin. Li gorî vê yekê, çeteyan konvoy rawestandin û tevî endamên koma milîs a bi navê Cîvîlîan Joînt Task Force (CJFT) û hin Xiristiyan cuda kirin û ew qetil kirin.

Tê gotin ku di nava kesên ji aliyê çeteyan ve hatin qetilkirin herî kêm 4 xebatkarên alîkariya însanî hene. Li gorî agahiyan, çeteyan kincê leşkerî li xwe kirin û di 22'ê Kanûnê de komkujî kirin.

Tê texmînkirin ku komkujî ji aliyê Boko Haram an jî Dewleta Îslamî ya Efrîka Rojava ya ser bi DAÎŞ'ê (ISWAP) ve hatibe kirin.

Di daxuyaniyeke ISWAP'ê de hate ragihandin ku di berdêla kuştina lîderê çeteyên DAÎŞ'ê Ebûbekir El Bagdadî de 11 Xiristiyanên li Bornoyê hatin revandin hatin înfazkirin.