Çar ji pêncên Elmanan derdorên cuda qebûl dikin
Li gorî anketek li Elmanyayê hate kirin, beşek mezin a civakî biyaniyan, hevzayendan û mirovên xwedî rêbazeke cuda ya jiyanê dipejirînin.
Li gorî anketek li Elmanyayê hate kirin, beşek mezin a civakî biyaniyan, hevzayendan û mirovên xwedî rêbazeke cuda ya jiyanê dipejirînin.
Di lêkolînekê de ku ji bo kovara Zeîtê hate kirin, li ser mijarên 'parçebûna civakî', 'tirsa ji biyaniyan (zenofobî)' û 'tirsa li ser paşerojê' pirs li civaka Elman hatin.
Li gorî encama lêkolînê, beşeke mezin a civaka Elman 'li cîhane vekirî ye', 'bi tolerans e' û 'lîberal' e. Li gorî lêkolînê, 82 ji sedî yê Elmanan, mirovên ji olen cuda weke parçeyek ji civakê dibînin û van kesan weke parçeyek ji 'Em a kolektîf' dipejirînin.
80 ji sedî yê civaka Elman, hevzayendan weke parçeyek ji civakê dibînin. Rêjeya mirovên kesên xwedî şêweyeke cuda ya jiyanê qebûl dike jî 73 ji sedî ye. 72 ji sedî jî, biyaniyan/koçberan weke parçeyek ji civaka Elman dibînin. 71 ji sedî, penaberan qebûl dikin.