Çapemeniya dinyayê bal kişand ser desteserkirina şaredariyan

Operasyona faşîzma AKP-MHP'ê ya ji bo desteserkirina şaredariyan di çapemeniya dinyayê de deng veda. Piraniya saziyên çapemeniyê bal kişandin ser rastiya 'amadekariya demdirêj' a ji bo operasyonên desteserkirina şaredariyan.

Euronews ku bi gelek zimanan weşanê dike, gotina Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli weşand ku gotibû, "Çawa ku erdheja 17'ê Tebaxa 1999'an di dîroka Tirkiyeyê de cihê xwe heye, ji aliyê siyaset û nirxên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ve jî erdheja 19'ê Tebaxê wê xwedî cihekî be."

Di nûçeyê de ji bo operasyonên qirkirina siyasî ku bi sedan HDP'î hatin destgîrkirin gotina 'paqijiya siyasî' hate bikaranîn û çalakiyên li Amedê yên li dijî desteserkirina şaredariyan hatin bibîrxistin. Di nûçeyê de her wiha hate bibîrxistin ku ji 6 hevşaredarên HDP'î yên ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de bi ser ketin mazbata nehate dayin û hate gotin, tasfiyeya ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê dest pê kir li Kurdan xist.

REUTERS: ERDOGAN BERIYA HILBIJARTINÊ GOTIBÛ

Ajansa nûçeyan Reutersê jî di nûçeya xwe de ragihand ku piştî operasyonên desteserkirinê bi rengekî tund dest li nerazîbûna gel hatiye werdan. Di nûçeyê de hate bibîrxistin ku li 29 bajaran zêdeyî 400 HDP'î bûne hedefa operasyonan.

Reutersê her wiha daxuyaniyên Erdogan ên beriya hilbijartinê jî bi bîr xist ên ji bo desteserkirina şaredariyan û daxuyaniya Hevserokên HDP'ê ragihand ku hevserokan gotin, sûcdariyên tên kirin derewin.

Reutersê her wiha bal kişand ser nerazîbûna CHP'ê, Serokkomar û Serokwezîrên berê yên AKP'î yên li dijî desteserkirina şaredariyan.

TAZ: (DESTWERDAN) JI BER HILBIJARTINÊN STENBOLÊ HATIBÛ TALOQKIRIN

Rojnameya Tageszeitung a li Elmanyayê tê weşandin jî bi bîr xist ku Erdogan beriya hilbijartinê ragihandibû ku 'hin siyasetmedarên li dijî polîtîkayên wî derdikevin' bên hilbijartin jî wê ji wezîfeyê bên dûrxistin.

Di nûçeyê de hate gotin, ev mijar ji ber hilbijartinên Stenbolê hatibû taloqkirin, lê belê mijara desteserkirina şaredariyan ji berê ve hatibû plankirin.

LE MONDE: DARBEYEKE NÛ LI MÛXALEFETÊ HATE KIRIN

Rojnameya Le Monde ya Fransayê nûçeyek bi sernavê 'Zextên li Tirkiyeyê' weşand û destnîşan kir ku operasyonên desteserkirina şaredariyan 'Darbeyeke nû ye li Tirkiyeyê li dijî mûxalefetê hatiye kirin.' Di nûçeyê de hate ragihandin, ku hîn pênc me di ser hilbijartina şaredaran re derbas nebû ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Rojnameyê diyar kir ku ji sala 2016'an ve zexteke mezin li HDP'ê tê kirin.

Di nûçeya Le Monde de hate ragihandin ku tevî CHP'ê ji nava AKP'ê jî nerazîbûn li dijî desteserkirina şaredariyan hatiye nîşandan û Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî diyar kiriye ku yên hatine destgîrkirin sûc nekirine.

NZZ: KURDAN DI 31'Ê ADARÊ DE NÎŞAN DABÛN KU EV POLÎTÎKA BI SER NAKEVE

Di nûçeyeke berfireh a Neue Zurcher Zeitung a Swîsreyê de tasfiyeya berfireh ku piştî 15'ê Tîrmehê dest pê kir hate bibîrxistin.

Di nûçeyê de hate gotin, "Erdogan bi vê darbeyê re bi awayekî vekirî nîşan da ku ti berjewendiya wî di çareseriyeke aştiyane de nîne. Her wiha ji wî heye ku bi zext û tundiyê dikare çokê li Kurdan bide tewandin. Kurdan di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de bi rengekî vekirî nîşan dabûn ku hewldaneke bi vî rengî bi ser nakeve."

DIE PRESSE: AMADEKARIYAN NÎŞAN DAN KU BERIYA DEMEKE DIRÊJ HATIYE PLANKIRIN

Rojnameya Die Presse ya Awûstûryayê wêneyekî êrîşa polîsan a li dijî gelê Amedê parve kir û ragihand ku Erdogan li dijî HDP'ê hîn bêhtir tund bûye û hevşaredar ji wezîfeyê dûr xistiye.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku li sê bajarên mezin bi sedan polîsî serê sibehê serdegirtin kirine û hate gotin, "Çarçove û koorînasyona operasyonên polîsan nîşan didin ku darbeyek li dijî siyasetmedarên Kurd beriya demeke dirêj hatiye plankirin."