Çalakiyên protestoyî yên li Tûnisê duh bi şev jî dewam kirin

Li Tûnisê, xwepêşandanên li dijî zem û polîtîkayên teserûfê dest pê kirin, duh tevahiya rojê dewam kirin. Li hin cihan êrîşên provokatîf jî rû dan.

Li gle hişyariyên gefxwarinê yên hikumetê jî çalakî duh li gelek bajaran dewam kirin. Di çalakiyan de 2 rojên destpêkê zêdeyî 200 kes hatin binçavkirin. Duh jî gelek çalakger ji aliyê polîsan ve hatin girtin.

Li paytext Tûnisê û bajarê Tebûrbayê duh êvarê polîsan bi bombeyên çavan dişewitîne dest li xwepêşandêran werdan û tê gotin ku gelek çalakger birîndar bûne. Roja Duşemê çalakgerek hatibû kuştin. Piştî vê kuştinê bîlançoya mirinê nayê zelalkirin.

Wezîrê Karên Hundir Halîfe Şîbanî li ser xwepêşandana daxuyanî da û anî ziman ku duh bi şev herî kêm 45 wesayitên polîsan û gelek avahî hatine şewitandin.

Wekî din, di çalakiyên dijî polîtîkayên teserûfê de êrîşên provokatîf balê dikişînin. Li dijî Sînagoga El Grîba ku li girava Cerbe ye û sînagoga herî kevn a Afrîkayê ye bi molotof kokteylan êrîş hate kirin. Nayê zanîn ku di bûyerê de tiştek bi kesî hatiye yan na. Çeteyên El Qaîdeyê jî sala 2002'an êrîşî vê sînagogê kiribûn û 21 kes kuştibûn.

Li Tûnisê, di çarçoveya qanûna malî ya sala 2018'an de ji 1'ê Çileyê û pê ve zem hate kirin û polîtîkaya teserûfê kete meriyetê. Di çarçoveya qanûnê de zema bacê li gelek berheman hate kirin. Mazot, otomobîl, xizmetên telefonê û înternet çend ji van e.