Çalakgerên Iraqî ketin avahiya Sefaretxaneya DYE'yê

Alîgirên Haşdî Şabî ku hêza milîs a alîgirê Îranê ye li Iraqê, ketin nava avahiya sefaretxaneya bilind a DYE'yê ya li Herêma Kesk. Çalakgeran kulûbeyek û dîwarê derve yê avahiyê şewitandin.

Piştî bombardûmana DYE'yê ya li dijî Tûgayên Hîzbûllahê yên li nava koalîsyona Haşdî Şabî bi hezaran kesî avêtin ser avahiya Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê ya li Bexdayê.

Rayedarekî Iraqî ji Reutersê re got, Sefîrê Bilind ê DYE'yê û personelên sefaretxaneyê bi hinceta ewlekariyê hatin veguhastin.

Milîs û alîgirên Haşdî Şabî ku ji bendên kontrolê yên Herêma Kesk derbas bûn bi qîrîna dirûşma "Mirin ji Emerîkayê re" alên Emerîkayê şewitandin.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Divê parlamenta Iraqê yekîneyên Emerîkî biqewirîne, naxwe em ê biqewirîne" hate hildan.

Hêzên ewlekariyê yên Iraqê ketin navbera deriyên sefaretxaneyê û çalakgeran. Lê belê çalakgeran xwe gihandin hewşa sefaretxaneyê.

Ji dîmenên medya civakî tê dîtin ku xwepêşandêrên Şîa kulûbeya ewlekariyê ya li pêşiya avahiya sefaretxaneyê şewitandin. Alîgirên Haşdî Şabî agir berdan dîwarê derve yê sefaretxaneyê.

Hêzên Emerîkî ji bo xwepêşandêran dûr bixînin gazên ku çavan dişewitînin bi kar anîn.

Balafirên şer ên Emerîkî di 29'ê Kanûnê de bombe li pênc kampên Tûgayên Hîzbûllahê yên li nava koalîsyona Haşdî Şabî barandibûn ku nêzî Îranê ne. Di encama bombardûmanê de herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Li gorî Haşdî Şabî hin kesên jiyana xwe ji dest dan fermandarên wan bûn.