7 milyon kes ji ber hewa gemarî di nava salekê de mirin

Health Effects Institute (HEI) ku yek ji enstîtuyên tenduristiyê yên Amerîkayê ye raporek weşand û diyar kir ku ji ber gemariya hewayê herî kêm 7 milyon kes di nava salekê de mirine.

HEI destnîşan kir ku qirêjiya hewayê di nav sedemên sereke yên mirinê de li cîhanê di rêza 6. de ye. Sala 2016'an 4,6 milyon kes ji ber sedemên qirêjiya hewayê jiyana xwe ji dest dan.

BI GIRANÎ LI ÇÎN Û HÎNDÎSTANÊ MIRIN

Li gorî raporê, zêdeyî nîvê mirovên li gelemperiya cîhanê ji ber gemariya hewayê zû mirine, li Çîn û Hîndîstanê ne. Halbûkî nifûsa giştî ya her du welatan 35 ji sedî yê tevahiya cîhanê ye.

Partîkulên biçûk ên 2,5 mîkrometre yên di nava gaza ku hewayê gemarî dikin de hene, weke sedema mirina zû ya milyonan kesî tê nîşandan. Ev partîkul rê li ber nexweşiyên dil û reh, kansera pişikê û nexweşiyên hilmstandinê vedikin. Her wiha tê gotin ku gaza ozonê jî nexweşiyên hilmstandinê zêde dike.

RÊJEYA GEMARA HEWAYÊ YA LI AFRÎKA, ROJHILATA NAVÎN Û BAŞÛRÊ ASYAYÊ ZÊDE YE

Li gorî rapora HEI, li gelek welatan têkoşîna li dijî gemarîkirina hewayê zêde bûye, lê belê li welatên xizan an jî nû bi pêş dikevin, rewş berevajî ye. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) rêjeya partîkulên zirav ên li metrekupekê divê herî zêde 10 mîkrogram be.

Lê belê ev rêje li Nîjerê; di nava metrekupekê de 204 mîkrogram e. Li Kamerûn, Misir û Nîjeryayê jî 120 mîkrogram e. Tê destnîşankirin ku rêjeya li wleatên Rojhilata navîn û Başûrê Asyayê jî ji rêjay normal bilindtir e.

JI SALA 2010'AN Û VIR VE 10 JI SEDÎ ZÊDE BÛYE

Mijareke din ku heman rapor balê dikişîne ser ew e, ku rêjeya partîkulên li nava hewayê zêde dibe. Li gorî vê yekê, rêjeya partîkulên li nava hewayê ji sala 2010'an û vir ve 10 ji sedî zêde bûye.

Li Kanada, Awûstralya, Estonya, Swêd, Fînlandiya, Îzlanda û Zelanda Nû, di nava metrekupekê de 8 mîkrogram partîkul heye. Ev rêje li Fransayê 12 mîkrogram e.

Rapor diyar dike ku li welatên bi pêş dikevin, bi navê mezinbûna aboriyê sînor ji belavkirina gazê û egzozê re nayê danîn.

SOTEMENÎ Û ÊZING RÊ LI BER MIRINÊ VEDIKIN

Li gorî raporê, sala 2016'an sedema mirina 2,6 milyon mirovên li gelemperiya cîhanê, hewa gemarî ye. Êzing, sergîn, sotemenî û gazên li malê û kargehan ji bo germkirinê têne şewitandin, rê li ber nexweşiyan vedikin.