5 sal ceza li birayê Ruhanî hate birîn

Dadgehê ji doza nelirêtiyê 5 sal cezayê girtîgehê da birayê Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî Huseyîn Fereydûn.

Berdevkê sîstema edlî ya Îranê Gulamhuseyîn Îsmalîlî ragihand heyeta dadgehê ya 7 sal cezayê derbarê birayê Ruhanî Fereydûn daxistiye 5 salan.

Berdev anî ziman ku biryara dawî ye û rêya îtirazê jî nemaye. Berdevk têkildarî piştî dadgehê bê ka wê Fereydûn bê girtin an ne ti agahî parve nekir.

Her wiha ji ber girtina pere û dîsa bertîlan ceza li Fereydûn hatibû birîn.

Birayê Ruhanî û şêwirmendê taybet Huseyîn Fereydûn ji ber gelek bûyerên nelirêtiyê di Tîrmeha 2017’an de hatibû destgîrkirin. Li gorî çapemeniya herêmî bi bihayê 9,3 milyonê Emrîkî piştî razandî û şûnde bê ku rojekê bê girtin jî hate berdan.