4 welatên din jî wê Sefaretxaneyên xwe bibin Qudsê

Piştî biryara DYA ku wê Sefaretxaneya xwe ya bilind a li Îsraîlê bibe Qudsê, tê gotin ku herî kêm 4 welatên din jî wê biryareke bi vî rengî bidin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp, 6'ê Kanûnê biryarek dabû û ragihandibû ku ew Qudsê weke paytexta Îsraîlê nas dikin û wê Sefaretxaneya xwe ya bilind bibin Qudsê.

Welatê destpêkê yê da dû Trûmp, Gûetemala bû. Serokdewletê Gûetemalayê ku welatekî li Amerîka Navîn e Jîmmy Morales roja Yekşemê ragihandibû ku wê Sefaretxaneya xwe ya bilind bibin Qudsê.

Çavkaniyên ji Îsraîlê radigihînin ku welatên hefteya bihurî di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li dengê xwe li aliyê DYA dan, wê biryareke bi heman rengî bidin.

4 WELATÊN DIN WÊ BAR BIKIN QUDSÊ, DANÛSTANDINÊN BI 10 WELATAN RE DIDOMIN!

Alîkara Wezîrê Karên Derve ya Îsraîlê Tzîpî Hotovely ji radyoya dewletê re axivî û anî ziman ku welatên li parzemîna Ewropayê jî ew bi 10 welat re didin û distînin ji bo biryarek mîna ya Trûmp bidin. Hotovely navê ti welatî eşkere nekir û îdîa kir ku biryara Trûmp wê gelek welatan teşwîq bike.

Lê belê li gorî nûçeya radyoya dewletê ku agahiyên xwe dispêre 'çavkaniyên dîplomatîk ên Îsraîlî', Hondûras, Fîlîpîn, Romanya û Sûdan a Başûr çend ji wan welatan e ku dikarin biryarê bidin Sefaretxaneyên xwe bibin Qudsê. Radyoyê ragihand ku Îsraîl niha bi van welatan re di nava têkiliyê de ye.