4 hemwelatiyên Swîsreyê nikarin ji Tirkiyeyê derkevin

Wezareta Karê Derve ya Swîsreyê diyar kir ku dewleta Tirk kesekî hemwelatiyê Swîsreyê girtiye û ji bo ku dernekevin derveyî welat qedexe li ser 3 kesan pêk aniye.

Çend roj berê rojnameya Swîsreyêya bi navê Tages Anzeîger diyar kir ku hin kesên ku hemwelatiyên Tirkiye-Swîsreyê ne, li Tirkiyeyê hatine girtin û Tirkiye destûrê nade wan ku ev kes derkevin derveyî welat. Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê vê nûçeya Tages Anzeîgerê piştrast kir.

Wezaretê diyar kir ku kesekî ku hemwelatiyê du welatan e li Tirkiyeyê girtiye û 3 kes jî Tirkiye destûrê nade wan ku derkevin derveyî welat.

Wezaretê diyar kir ku di Hezîranê de ev hejmar 8 bû, lê piştî hin hevdîtinan wan 4 kes vegerandina Swîsreyê. Wezaretê bal kişand ser vî tiştî ku Tirkiye derbarê vê meseleyê agahiyan nade wan.

Tê diyarkirin ku ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî doz hatine vekirin.

Berê jî gelek rojnameyên li Swîsreyê diyar kiribû ku li konsolosxaneyên Tirkiyeyê xebatên sîxurtiyê tên kirin û gelek kesên li Swîsreyê yekser ji MÎT’ê re dixebin. Tê zanîn ku ev kesên ku ji MÎT’ê re dixebitin agahiyan mûxalifên Erdogan ji dewleta Tirk re radigihînin.