2017: Sala şer, krîz û bobeletan

Sala 2017’an di serî de li Rojhilata Navîn li hemû dinyayê saleke tije şer bû; her wiha vê salê bobelatên sirûştî û mirovî, krîza siyasî û mirovî têra xwe hebûn.

2017’an li gelek welatan rêveberî guherîn, di şer de aliyan hevalbendên xwe guhartin; beriya ku krîzek biqede yeka dî dest pê kir; di mijarên kîşwer û hawîrdorê de hêvî saleke dî hatin taloqkirin:

KATALONYA LI DIJÎ DARBEYA SPANYA VEJIYA

2017 ji bo Katalonya ku van salên dawî dixwest ji Spanya serbixwe bibe saleke tije bû. Piştî ku referandûma serxwebûnê ya sala 2014’an hate qedexekirin hilbijartina 2015’an alîgirên serxwebûnê dîsa hikûmeta herêmî ava kirin, vê salê bi taybetî ji dahata bûdçeya navendî hewl dan ku para ji bo Katalonyayê zêde bikin.

Lê li dijî helwesta tund a Serokwezîr Marîano Rajoy Serokê Herêma Katalonyayê Carles Puîgdemon 1’ê Cotmehê dîsa biryar li ser referandûmê da. Dadgeha Destûrê ya Spanyayê di cih de ev referandûm qedexe kir, ev jî bû sedem ku zextên giran ên piştî dîktatoriya Franco a Spanyayê were jiyîn. Hikûmeta Spanyayê bi hezaran polîsan dest li ser bi hezaran sendoq û bi milyonan pûsûlayên deng danî, beşek ji referandûmê asteng kir.

Piştî ku 1’ê Cotmehê bi rêjeya 90 ji 100’î dengê ‘erê’ derket, 27’ê Cotmehê Parlamentoya Herêmê ya Katalonyayê serxwebûn ragihand. Spanya li dijî vê xala 155’an da xebitandin, saziyên herêmî û parlamento fesh kir û 21’ê Kanûnê biryara hilbijartinê da.

Partiyên alîgirên serxwebûnê li dijî vê biryara darbekar a Spanyayê biryar dan ku tevlê hilbijartinê bibin, xeyalên Rojoy şikandin û dîsa li meclîsê piranî bi dest ve anîn. Di hilbijartinan de ji 135 kursî 70 jê Junts per Catalunya, ERC-Cat û CUP bi dest xist, partiyên ku dixwestin bi Spanyayê re bijîn 57 kursî bi dest xistin.

2017 ji bo Katalonya ne baş derbas bûbe jî, li gel darbeya Rajoy jî partiyên Katalan ku bi rengekî xurt ji hilbijartina 21’ê Kanûnê derktin, bi rengekî xurt wê bikevin sala 2018’an.

KRÎZA QUDSÊ

Meha dawî tiştekî ku kesî nedipa pêk hat; Serokê DYA’ê Donald Trûmp Quds bi paytextbûna Israîlê ragihand.

Trûmp 6’ê Kanûnê Quds bi paytextbûna Israîlê ragihand û diyar kir yasaya Kongreyê ya bi vê mijarê ku 1995’an standî  wê sazkar bibe. Trûmp her wiha ferman da ku sefaret ji Tel-Avîvê veguhezînin Qudsê.

Ev biryara Qudsê hema hema ji hêla gelek welêtên li pêş ên cîhanê ve weke biryareke beleheq û ‘dijî rola navbeynkariyê’ ya DYA’yê hate dîtin. Li Filîstînê de jî daxuyaniya întîfadeyên nû hatin dayin. Hamas her çendî biryar bi vî rengî dabe jî tundiya bûyeran li gorî întîfadeyÊn berê kêm bû.

AKP ya ku biryara Qudsê ji bo siyaseta navxweyî bi kar anî, bi pêşnûmeya biryarê ya ku bi hin welatên endam ên Rêxistina Hevkar a Îslamê re ragihandî derxiste holê ku gotinên AKP’ê yên li dijî Israîlê çendî qelp in. Rêxistinê bang li hemû dinyayê kiribû ku Rojhilatê Qudsê  bi paytextiya Filîstînê nas bikin, Wezareta Karê Derve yê Tirk jî gotibû, ‘’em Rojhilatê Qudsê bi paytextbûna Filîstînê nas dikin’. Siûdî û Misir tevlî Şova li stenbolê ya Rêxistinê ya Stenbolê nebûn, vê jî nîşan da ku gelê Filîstînê ji bo polîtîkaya navxwe bi kar tîne.

Li gel vê jî di dengdana NY’yê de 128 welatî pêşnûmeya ku Trûmp ji biryara xwe vegere û statûya Qudsê bi mûzakereyan diyar dibe pejirand. Ji bilî DYA û Israîlê ji nav 7 dewletên dî yên mezin yek ji wan li dijî pêşnûmeyê derneket.

LI YEMENÊ TIFAQ GUHERÎN, HILWEŞANDIN ZÊDE BÛ

Li Yemenê havîna 2014’an şerê navxwe dest pê kir û 2015’an Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûdî tevlî vî şerî bû, şer îsal girantir bû. Li welêt ku nifûsa wê 26 milyon e piraniya nifûsê şepirze bûye, bi 1 milyon kesî re nexweşiya qotikê peyda bûye.

Li Yemenê hêzên bi ser Serokdewlet Elî Evdileh Saleh ku bi Hûsiyên Şiî re tifaq dikir û hêzên bi ser Serokdewlet Mansûr Hadî bi alîkariya hêzên hewayî yên Koalîsyona Ereb êrîşên xwe domandin. Lê geşedana ku rengê şer guherandî Kanûnê çêbû. Di navbera hêzên Saleh de ku hewl didan bi Siûd re li hev bikin û Hûsiyan der şer derket, Hûsiyan ragihandin ku 4’ê Kanûnê wan Salah kuştine.

Bi kuştina Saleh re her çendî hevsenga tifaqê bi ser Mansûr Hadî ve şemitî be jî Husîyan ji Mİjdarê ve çend caran moşek avêtibûn Siûdî.

RAGEŞIYA SIÛD-ÎRANÊ

Şerê li Yemenê her wiha yek ji lingê sereke ya şerê hêzê a di navbera Siûd û Îranê de ye. Moşekên ku ji hêla milîsên Hûsî ve ber bi Siûdî ve hatin avêtin, hem nîşan da ku di hêla leşkerî de li Yemenê ya ku hevseng çêdibe bi desteka Îranê ye û hem jî rîsk heye ku şer li Siûdî belav bibe.

Rageşiya di navbera Siûd û Îranê de li gel Yemenê li Sûriyê û Iraqê jî dom kir. Li Iraq û Sûriyê têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê ya bi desteka Îranê, 2016’an li Helebê paqijkirina komên çete nîşan dida ku bandora rêveberiya Tehranê zêde dibe.

LÊGERÎNA ÇARESERIYA BÊ KURD ÎSAL JÎ ÇARESERÎ NEANÎ SÛRIYÊ

2017’an hewldanên avakirina pergalê ya piştî hevsenga leşkerî çêbû. Rûsya, Îran û Tirkiye ji bo ku xwe xurtir bikn hevdîtinên Astana dane destpêkirin, ji van hevdîtina encama herî girîng avakirina ‘herêmên bê şer’ bû, ji civîna Soçiyê ya Mijdarê ku Rûsyayê danîbû jî ti encameke berbiçav derneket.

Îsal 5 carên dî jî civînên Cinêvê ji hêla NY’ê ve hatine kirin, ku berê jî, 2012-2016’an 3 caran ev civîn çêbûbûn. Lê ji ber ku Rojava di van civînan de nebû ti encam jê derneket. Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê NY’ê Staffan de Mîstûra hê jî bêyî Kurdan, derdorên alîgirên demokratîk li çareseriyê digere.

BOBELATÊN SIRÛŞTÎ Û MIROVÎ BÛNE SEDEMA MIRINA 11 HEZAR MIROV

Li dinyayê ji ber sedema bobelatên sirûştî û mirovî 11 hezar kes mirin, bi 100’an milyar dolarî ziyan çêbû.

Li Hindîstan, Bangladeş, Tayland, Pakîst û li welatên Asyayê ji ber sedema baranê bi hezaran kes mirin. Ji ber sedema germahiya global, gelek bager li Karayîp û DYA’yê çêbûn. Bagerên Harvey, Irma u Marîa bû sedema ziyanan, li Kalîforniya û gelek eyaletên DYA’yê ji ber sedema ziwabûnê bi milyonan hektar daristan şewitîn.

Her wiha îsal erdej bû sedema mirina bi hezaran kesî. 7’ê Îlonê li eyaleta Meksîka Chîapasê erdhejeke bi himeta 8,3 çêbû, nêzî 10 kes mir, her wiha di erdheja 12’ê Mijdarê de, ya li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 600 kesî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî şîrketa Swîss Re 2017’an ji ber sedema bobelatên sirûştî û mirovî li tevahiya dinyayê ziyan bi qasî 306 milyar bûye.

DAWÎ LI ÊRÎŞ Û KOMKUJIYAN NEHAT

2017’an dawî li êrîşên komên çete yên DAÎŞ’ê û komên bi ser El Qaîde ve nehat. Di êrîşan de bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan, hema hema hemû êrîşên ku pêk hatin Îslamiyên radîkal anîn ser xwe.

Şeva sersalê li kûlûba şevê Reîna ya Stenbolê endamekî çeteyê DAÎŞ’ê ê Ozbek Abdulkadîr Maşapîrov êrîşek pêk anî, di encamê de 39 turîst mirin û zêdetirî 70 kesî birîndar bû. Êrîş di demeke wiha de pêk hat ku beriya sersalê û Noelê gelek sazî û medyaya hikûmetê li dijî Xiristaniyiyê gotinên nefretê dikirin.

29’ê Çile li Kanadayê, li herêma Quebecê bi ser navenda çanda Îslamê de êrîşek pêk hat, 6 kes hatin kuştin, 7 kes birîndar bûn.

22’ê Adarê li Londonê Westmînster Brîdgeyê bi wesayitekê êrîşek pêk hat, 5 kes mirin, 20 kes birîndar bûn.

3’yê Nîsanê li Saînt Petersbûrgê, li metroyê êrîşek pêk hat, 14 kes mirin, 50 kes birîndar bûn. Êrîşkar welatiyê Qirgiz ê bi navê Ekbercan Celîlov bû.

7’ê Nîsanê li Swîsre Stockholmê bi qemyonekê endamên DAÎŞ’ê êrîşek pêk anîn, 4 kes mirin, 15 kes birîndar bûn. Diyar bû ê ku êrîş kirî Ozbek e.

22’yê Gulanê li Ingilîstanê Manchesterê piştî ku konser li Arenayê bi dawî bû êrîşek pêk hat, 23 kes mirin, 64 kes birîndar bûn. Çeteyên DAÎŞ’ê êrîş anîn ser xwe.

31’ê Gulanê li Afganîstanê bi ser nûnertiya dîplomatîk a Qabûlê de bi qemyoneke tije bombe êrîşek pêk hat, 150 kes mirin.

3’yê Hezîranê li Pira Londonê bi wesayitekê êrîş pêk hat û her wiha 3 çete bi kêran li Boroûgh Markêtê êrîş pêk anîn 8 kes mirin, 3 êrîşkar hatin kuştin.

7’ê Hezîranê çeteyên DAÎŞ’ê li Îranê bi ser Parlamentoyê û Mozeleya Humeynî de girtin li gel 5 çeteyan 23 kes mirin.

17-18’ê Tebaxê li Katalonyayê, li Barselona û Cambrîlsê bi wesayitekê êrîş pêk hat 18 kes mirin. Piştî êrîşê 5 endamên DAÎŞ’ê hatin kuştin.

1’ê Cotmehê li Las Vegasê kesekî bi navê Stephan Paddock êrîş bi ser konserekê de bir, 58 kes mirin, 600 kes birîndar bûn.  

14’ê Cotmehê li Somalî, paytext Mogadîşû bi qemyonekê êrîşek pêk hat 512 kes mirin. El Şebab a bi ser El Qîde ji vê komkujiyê berpirs hatibû dîtin.

24’ê Mijdarê li Misrê li dijî mizgefa El Rawda êrîşek ji hêla çeteyan ve hat kirin 310 kes hatin kuştin.

RAGEŞIYA DI NAVBEYNA KOREYA BAKUR Û DYA’YÊ DE

Ji ber ceribandinên moşekên nukleerî rageşiya di navbeyna Koreya Bakur û DYA’yê de piştî ku Donald Trûmp bû Serokê DYA’yê zêdetir bû. Rêveberiya Pyongyangê ragihand ku 4’ê Tîrmehê wan bi rengekî serkeftî moşeke balîstîk a nav-parzemînî pêk anîne, hatibû ragihandin ku moşeka bi navê ‘Hwason-14’ bi wê zerengiyê e ku li dinyayê kûder be dikare lêbixe.

Piştî ceribandina duyemîn a 28’ê Tîrmehê rageşiya di navbera Koreya Bakur û DYA’yê de hema hema bandor li tevahiya dinyayê kiribû.

Li gel biryarên pêkirinên yên NY’yê yên li ser Koreya Bakur, rêveberiya Pyongyangê ji ya xwe nehate xwar, Kanûnê Rûsya bi rola navbeynkariyê rabû. Diyar ku geşedanên bi Koreya Bakur re têkildar 2018’an jî wê di rojevê de bin.

AŞTIYA KOLOMBIYAYÊ: XATIRXWESTINA JI ÇEKAN, DERBASBÛNA BER BI JIYANA SIYASÎ VE

2017’an xalên herî girîng ê peymana aştiyê ya ku 2016’an li Kolombiya hate îmzekirin pêk hat. Xalên herî girîng ê peymanê ew bû ku Hêzên Çekdar ê Şoreşger ên Kolombiya (FARC) çekên xwe heta dawiya Hezîranê radestî rayedarên NY’yê bikira.

FARC’ê piştî ku biryar da 7 hezar gerîla çek berdin di kongreya derasayî ya Tebaxê de gava herî girîng a ber bi derbasbûna jiyana siyasî ve avêt. Di arênaya siyasî de navê Hêza Şoreşger a Alternatîf a ji bo Gel hate hilbijartin, kurtkirina vî navî dîsa bû ‘FARC’. FARC, 2018’an di hilbijartinên serokdewletiyê de cara pêşî wê bibe xwedî wê derfetê ku desteka gel a ji bo xwe bipîve.

DI GERMBÛNA GLOBAL DE HÊVÎ DÎSA HATIN TALOQKIRIN

Li dijî germbûna global dawiya 2015’an li civîna kîşwerê ya COP21’ê ya li Parîsê pêk hatî  gavek hatibû avêtin û Nîsana 2016’an bi çavdêriya NY’yê Peymana Kîşwerê gaveke girîng dabû ber xwe.

Her çendî ev peyman ji hêla dinyayê ve kêm dihate dîtin jî hêviyek pê re geş bûbû lê Donald Trûmp bi biryara xwe rê li ber geşedaneke nû vekir. Meha Hezîranê Trûmp diyar kir ku DYA ji vê peymanê vekişiyaye, gelek welatên dî bi rengekî tund ev biryar rexne kiribûn.

ŞEVREŞKA ERDOGAN: DOZA ZARRAB

Doza Reza Zarrab ku AKP 2017’an bi tirs li bendê bû dest pê kir û piştî ku Zarrab bi hevkariyê kete statûya şahid doz kete rengekî dî.

Di 7 rojên pêşî yên dozê de, ku dawiya Mijdarê dest pê kir, Rez Zarrab pergala bi mebesta ku pêkirinên DYA’yê yên li ser Îranê binpê kirin bi berfirehî vegot. Zarrab kesên ku bertîl dane wan yek bi yek got û her wiha diyar kir ku Recep Tayîp Erdogan ji bo bazirganiya zêr a bi Îranê re ferman daye. Di dozê de heke Midûrê Halk Bankê Hakan Atîlla sûcdar were dîtin, di serî de Halk Bank tê pain ku bi dehan milyar dolar ceza li bankayên Tirk were birîn.

LI KÎJAN WELATÎ KÎ HATE SER KAR?

Berovajî hemû ankêtên 2016’an Donald Trûmp di hilbijartinên serektiyê yên DYA’yê de hate hilbijartin û Çile hate ser kar. Trûmp hem li ser mijarên koçberan û ewlehiyê û hem jî li ser biryarên siyaseta derve rojeva dinyayê diyar kir. Trûmp bi biryara xwe ya li qedexeya geştê ya ji bo 7 welatên Mislman, vekişîna ji Peymana Kîşwerê, gotinên tund ên derbarê Koreya Bakur, Qudsê heta niha gavên pir sansasyonel avêtin.

Li gel DYA’yê li 3 welatê mezin ên Ewropa jî hilbijartinên giştî û serokkomariyê di rojevê de bûn.

Li Fransayê Nîsanê di hilbijartina serokkomariyê de Marîne Le Pen 22 ji 100’î yên dengn stand û ji 2002’an û vir ve cara dûya bû siyasetmedara nîjatperest ku kete tûra duyem. Emmanuel Macron bi desteka medayê 24 ji 100’î deng stand.  Her wiha endamê derdorên şoreşger-çepgir  Jean-LUZ Mêlenchon 20 ji 100’î deng standin. Hilbijêrên Fransiz weke sala 2002’yan ji bo ku lîderekî rastgirê tund ne hilbijêrin bê dilê xwe dengê xwe dane Macron.

Li Brîtanyê jî lîdera muhazakar Theresa May di hilbijartina 9’ê Hezîranê de 42,4 ji 100’î yê dengan stand û piraniya li Kamaraya Avam ji dest da. Di vê bandora Partiya Karkir (Labour) hebû ku bi polîtîkayên çepgir çû hilbijartinê. Partiya Karkir bi 9 puanan dengê xwe zêde kir û gihaşte 40 ji 100’î yê dengan.

Li Elmanya jî di hilbijartinên Îlonê de CDU ya bi seroktiya Angel Merkel ku ji 2005’an ve serokwezîr bû bi ser ket. Di hilbijartinê de CDU û hevkarê wê CSU pir deng winda kirin, demokratên sosyal SPD a bi seroktiya Martîn Schûlz 20,5 ji 100’î deng stand û hate rêjeya herî kêm a ji 1949’an û vir ve.

Li Avûstûryayê jî partiya muhafazkar  a bi seroktiya Sebestîan Kurz bi ser ket, ku Kurz bi gotinên xwe yên tund ên dijî Serokkomarê Tirk Erdogan tê zanîn.

Li Hollandayê jî di hilbijartinên Adarê de partiya rastgir a  lîberal a bi lîdertiya Mark Rutte VVD li gel ku dengên wê kêm bû jî di hilbijartinê de bi ser ket.

Li Japonya di hilbijartinên 22’yê Cotmehê de partiya demokratên lîberal Jîmînto bi ser ket. Serokwezîr Shînzo Abe ku ji 2012’an ve li ser kar bû, ji 465 kursiyên meclîsê 284 bi dest xist û bi serê xwe bû desthilatdar.

Li welatê Amerîkaya Başûr Şîliyê jî serokdewlet Sebastîan Pînera ku di hilbijartina Mijdarê de ji bo tûra duyan mabû 17’ê Kanûnê bi ser ket.

Li Venezûelayê jî lîderê sosyalîst Nîcolas Madûro berpirsê krîza aborî dihate dîtin, ji Nîsanê ve muxalefeta rastgirên tund bi prosteyon xwestin Madûro îstîfa bike. Di protestoyan de bi seda kes mirin. Gelek welatên Rojavayî dixwestin ku Madûr îstîfa bike, Madûro parlamento fesh kir, ‘Meclîsa Damezirîner’ ragihand û di hilbijartinê de, bi temsîla derdorên cuda yên civakê, ji bo 545 endamî Tîrmehê hilbijartin da kirin. Li dijî vê jî muxalefeta rastgir referandûma alternatîf çêkir.

2017’an dinya bû şahid ku bi darbeya ‘4 tangan’ lîderê herî kal ê dinyayê yê li ser kar hatiye rûxandin. Robert Mugabe ê 93 salî ku ji 1980’yî ve li Zîmbabweyê serokwezîrtî, ji 1987’an ve serokdewletî dikir ji hêla artêşê ve neçar hate hiştin ku dev ji kar biqere.