14 welatan sefîrên xwe ji Venezûelayê vekişandin

Li Venezûelayê piştî ku Nîcolas Madûro bû serokkomar 14 welatên ku ji wan re tê gotin Koma Lîmayê, sefîrên xwe vekişandin.

Koma Lîmayê ya ku Arjantîn, Brezîlya, Kanada, Şîlî, Kolombiya û Meksîka di nav de ye, encamên hilbijartina serokkomariyê nas nekirin a ku roja Yekşemê li Venezûelayê hate kirin.

Koma Lîmayê daxuyaniyeke hevpar da û diyar kirin ku wan têkiliya xwe ya dîplomatîk ên bi Venezûelayê dane sekinandin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hilbijartin li gorî normên navneteweyî nehatine kirin û ne demokratîk e.

Koma Lîmayê di 14’ê Gulanê de daxuyanî dabû ku bila hilbijartin were betalkirin. Ji ber ku hemû aktor tevlî hilbijartinê nebûbûn, heyeteke çavdêr a serbixwe tunebû û mîsogeriyên pêwist nehatibû dayîn, ev hincet hatibûn pêşkêşkirin.

Koma Lîmayê di Tebaxa 2017’an de ji bo ku reformên demokratîk li ser hikumeta Madûro ferz bike û girtiyên siyasî serbest bide berdan hatibû avakirin. Koma Lîmayê di warê Venezûelayê de daye ser şopa Washîngtonê.