Madûro wê heta sala 2025'an li ser desthilatê be

Li Venezuelayê serokomar Nîcolas Madûro, di hilbijartinan de ji sisêyan didu rêjeya dengan girt û ji nû ve hate hilbijartin.

Roja Yekşemê li Venezûelayê hilbijartina serokomariyê pêk hat. Nêzî 20 mîlyon hilbijêr çûn ser sindoqan û dengê xwe dan. Li gorî vê rêjeyê gel pêwendiyeke baş nîşanî hilbijartinê neda. Di encama hilbijartinan de serokomarê berê Nîcolas Madûro ji sedî 67.7 rêjeya dengan girt û bû yekemîn. Hevrikê wî Henrî Falcon jî ji sedî 21.2 rêjeya dengan de ma.

Lê belê mixalefetê weke berî dîsa nerazîbûn nîşanî encamên hilbijartinê da û got, ‘ev hilbijartin ne rewa ye.’ Serokomar Nîcolas Madûro, encamên hilbijartinê weke “Serkeftina Dîrokî” nîrxand û got; “Heta niha tu namzetên serokomariyê ji sedî 68 rêjeya dengan negirtiye.”

Li milê din, rêjeya tevlîbûna hilbijartinê jî ji sedî 46’an de ma û vê jî bi xwe re encamên dîrokî derxistin holê. Beriya hilbijartinê beşeke mixalefetê ji bo hibijartinê banga boykotê kiribû.