12 kesan ji bo serokatiya CDU serî lê dan

Piştî ku Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel eşkere kir ku wê di kongreya CDU ya meha Kanûnê de ji bo serokatiya partiyê nebe namzet, hejmara mirovên ji bo namzetiyê serlêdan kirine bû 12 kes.

Mezintirîn hevparê hikumeta koalîsyonê ya Elmanyayê Partiya Yekîtiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) herî dawî di hilbijartina Eyaleta Hessenê de 12 ji sedî yê dengê xwe kêm kiribû.

Partiya CSU jî ku hevkarê CDU ye, di hilbijartinên Bayernê de gelekî kêm kiribû. Piştî van encamên hilbijartinê bala her kesî çûbû ser Seroka Giştî ya CDU Angela merkel û Serokê Giştî yê CSU Wezîrê Karên Hundir Horst Seehofer.

Hevparê din ê hikumeta koalîsyona mezin Partiya Sosyal Demokratan (SPD) jî hem li Bayernê hem jî li Hessenê bi têra xwe deng kêm kiribû û bi vî rengî rewatiya hikumeta federal bûbû mijara nîqaşê. Gava destpêkê ji aliyê Serokwezîr Merkel ve hate avêtin.

Merkel ku 18 sal in seroka giştî ya partiya xwe ye, eşkere kir ku wê Kongreya CDU ya 8'ê Kanûnê de ji bo vê wezîfeyê nebe namzet. Bi vê daxuyaniyê re sê kesan ji bo serokatiya CDU serlêdan kirin; Sekretera Giştî ya CDU Annegret Kramp-Karrenbaûer, Serokê berê yê Koma CDU Frîedrîch Merz û Wezîrê Tenduristiyê Jens Spahn.

NAMZET BI GIRANÎ JI ALIYÊ RASTGIRAN E

Balkêş e ku ev her sê kesayet jî li aliyê rastgiriyê yê CDU ne. Bi nêzîkbûna dema kongreyê re hejmara namzetan jî zêde dibe. Li gorî nûçeya rojnameya Bîldê, 9 kesên din jî serlêdan kirine. Di nava van de Prof. Matthîas Herdegen, karsaz Andreas Ritzenhoff û xwendekarê zanîngeha Berlînê Jan-Phîlîpp Knoop jî hene. Nayê zanîn bê navê 6 kesên mayî çi ye.