11 cenaze û bi sedan parçeyên balafirê hatin derxistin
Lêgerînên ku ji bo derxistina parçeyên balafira Rûsya a ku duh ketibû Karadenizê hê jî didome, heta niha 11 cenaze û bi sedan parçeyên balafirê hatine derxistin.
Lêgerînên ku ji bo derxistina parçeyên balafira Rûsya a ku duh ketibû Karadenizê hê jî didome, heta niha 11 cenaze û bi sedan parçeyên balafirê hatine derxistin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Rewşa Lezgîn a Rûsyayê, gelek parçeyên balafira Tu-154 a ku dema ji Soçiyê rabû û piştre li peravên bajêr kete xwarê, ji kûrahiya 27 metreyan hate derxistin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê jî, ji 92 kesên di balafirê de, cenazeyên 11 kesan hatine dîtin, 150 parçeyên aîdî balafirê jî hatine derxistine.
Ji 92 kesên ku di balafêr de, 64 kes endamên Koroya Artêşa Sor ê di qada navneteweyî de tên naskirinin.
Têkilildarî ketina balafirê heta niha agahiyek fermî nehatiye dayîn, hat diyarkirin ku goman êrîşekî terorîstî kêm ê.