Xelatên  4. Pêşbirka Wêjeyê ya Ş. Denîz Firat îro tê dayîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xelatên 4. Pêşbirka Wêjeyê ya Şehîd Denîz Firat îro bi merasîmekê tê dayîn.

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) amadekariyên ku ji bo pêşbirka Şehîd Denîz Firat a di 22’ê Nisana 2018‘an de hatibûn destpêkirin, bi dawî bûn.

Merasîma xelatdayinê li avahiya konferansê ya Wargeha Mexmûrê bi merasîmekê pêk were. Ji çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa, ji zindnan û Tirkiyê gelek kes beşdarî vê pêşbirkê bûn. Pêşbirika 4’emîn ya Şehîd Denîz Firat ji helbest, çîrok û wênegirtinê pêk tê.

Pêşbirk diyarî şehîdê Çapemeniyê Rizgar Denîz hate kirin, ku Deniz dema Pêngava Bagera Cizîrê li Dêra Zorê dema ku nüce dişopand, di êrîşeke xwekuj de şehîd bûbû.