Serlêdana ji bo 4. pêşbirka wêjeyê ya Ş. Denîz Firat dest pê kir

Serlêdanên ji bo 4. Pêşbirka Wêne, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat dest pê kir û heta 25'ê Hezîranê berhemên bi zimanên Kurdî, Erebî û Tirkî dikarin bên şandin.

Komîteya Amadekar a Pêşbirka 4. a Wêne, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat li ser şertên beşdariyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Li gorî daxuyaniyê; pêşbirka ku ji aliyê Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) ve tê lidarxistin, îsal ji bo bîranîna yek ji şehîdên ragihandina azad Şehîd Rizgar Denîz pêk tê.

Komîteyê diyar kir ku serlêdanên ji bo tevlîbûna pêşbirkê roja 22'ê Nîsana 2018'an dest pê kiriye û kesên dixwazin tevlî bibin dikarin heta 25'ê Hezîrana 2018'an berhemên xwe bişînin navnîşanên hatine diyarkirin.

Merasîma xelatdayinê jî wê 8'ê Tebaxa 2018'an li wargeha penaberan a Ş. Rustem Cûdî (Mexmûr) pêk were.

Li gorî daxuyaniyê, şert û mercên beşdariyê wiha ye:

Zimanên berheman:

* Kurdî (Bi zaravayên kurmancî, zazakî û soranî), Erebî û Tirkî ye.

* Di beşa wêneyan de mijar serbest e.

Mercên Pêşbirkê:

* Divê berhem beriya pêşbirkê li cihekî din nehatibe weşandin.

* Beşdar dikarin di beşa helbestan de herî zêde bi 2 berheman, di beşa çîrokan de bi berhemekê û di beşa wêne de herî zêde bi 2 berheman beşdar bibin.

* Beşdar divê berhemên xwe tevî kurte jiyana xwe herî dereng heta 25'ê Hezîrana 2018'an bi rêya E-mail'ê bigihînin me.

Navnîşan

Hewlêr / Wargeha Ş.Rustem Cûdî a Mexmûr /
TEVGERA  CIWANÊN MEXMÛR

[email protected]
[email protected]
www.facebook.com/denizfirat2015
+9647519015482  /  +9647519012172