Li gundê Omera ya Recoyê tenkeke din a Tirk hate rûxandin

Li gundê Omera ya Reco yê tenkeke din a artêşa Tirk a dagirker hate rûxandin.

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê, bîlançoya şerê îro ya bi artêşa Tirk û çeteyên wê ya li navçeya Reco ya Efrînê qewimî re eşkere kir.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

“Hewldanên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo dagirkirina Efrînê îro jî dewam kir, hêzên me ku parastina Efrînê dikin, bersivên tund didin û êrîşên wan têk birin.

Di vê çarçoveyê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro piştî nîvro êrîşî gundê Qude yê herêma Raco û girê wê kirin. Hêzên me bersiveke tund dan û li herêmê şerekî dijwar rû da. Di encama bersivdayîna hêzên me de, êrîş hate valaderxistin, kuştî û birîndarên artêşa Tirk û çeteyên wê çêbûn.”

QSD’ê ragihand ku tankeke ya artêşa Tirk a dagirker jî rûxandine.