Meseleya bêstatûbûnê ya Kurdan ku anîne ser asta 'problema hebûnê' wê çilo bibe? Di rewşeke wiha de ku netew-dewletên ku kana sereke ya vê problemê ne, parçekirina Kurdistanê û Kurdbûnê hindik maye bikeve sala 100'î hêviyeke nediyar bi mirov re çêdibe. Ne hêviyeke wiha bi safiktî ye. Serûbinbûnên siyasî û polîtîk û zor û zehmet jî bo geşedanên rojane yên ku têne jiyîn dibin sedema vê. Herî pir jî afirandinên pirhêlî yên ji 40 salî zêdetir ên Tevgera Azadiya Kurd û bi encamên vê geşedanên ku rûdidin, rastiya, ''Kurd, hêza herî karîger a herêmê' rê li vê vedike.
Di zemanekî wiha de ku peymanên herêmî li gorî pîvan û parametreyên din têne danîn, herî pir jî gotina 'rojanebûna Lozanê' wê hîsê çêdikin ku li ber Kurdan azmûneke dî heye. Geşedanên li qadê gav bi gav di rêya rojanebûna Lozanê de li dora Kurdan û Kurdistanê bagerê radike.
Yekîtiya netewî ku tam jî di rewşeke wiha de tê rojevê diyar e ku li bara 'bêstatûbûnê' wê bibe pêngava herî maqûl û encamgir a Kurdan. Ji vî alî vê , bi nirxê peywira sedsalekê ye û dîrok ji ber ku li rawesteke wiha ya dîrokê pêk tê, dahatuyê diyar dike. Belkî yên ku bi van hemûyan dizanin ji bo wan meseleya yekîtiya netewî dibe meseleya 'yekane.'
NÊZÎKTÊDAYINA REXNEYÎ Û RASTEQÎNÎ
Dema ku li ser vê meseleya yekane tiştekî dibêjim hay ji nazikbûna meseleyê heke. Dîsa jî ji bo ev hewldana dîrokî biçe serî pir bi israr im. Daxwaza min ku bi rexneyî û rasteqînî nêzîkatî li meseleyê bikim,ji ber hewcehiya vê hayjêçêbûnê û israrê ye.
Li Rojava ku niha mijara yekîtiya netewî di rojevê de ye, di navbeyna PYD'ê û PDK-ENKS'ê de bi hewldana hêzên DYE û Fransayê pêvajoya ku dest pê kirî, di qonaxa pêşî de bi gelek civîn û hevdîtinên kûr û dûr derbas bû. Piştre, navbeyndayina ku her kes bi sedema wê dizane hate gotin ku ew derbasî qonaxa duyan bûne. Her çendî nehatibe gotin bê ka di qonaxa pêşî de çi dane ber xwe jî di daxuyaniyan de ya ji bo raya giştî hate gotin baş derbas bûye. Herî dawî derheqê mijarê Fermandarê Sereke yê QSD'ê Mazlûm Ebdî ji saziyên çapemeniyê re got, ''Yekîtiya nav Kurdan pir zehmet e, ji ber ku hêzên biyanî di muzakereyan de bi roleke negatîf radibin'' û bi vê daxuyaand ku ew ê heq ji vê zehmetiyê derkevin û got, ''li ser mijara yekîtiya netewî em ê bidomînin.''
HALEKÎ TEVLÎHEV Û ZEHMET
Tam jî rastî ev e! Meseleya yekîtiya netewî ya Kurd ji ya li ber çavan hê bêhtir tevlîhev û zehmet xuya dike. Mijar ne ew e bê alî ji ya xwe nayên xwarê, li bara hev tawîzan nadin,bi hev re li hev nayên. Encamên ku wê pengava yekitiya netewî derxîne holê mecbûriyeta ku hêzên navnetewî û herêmî zextê li pêvaoyê bikin û kontrol bikin, zêdetir dike.
DIJMINÊ KURDAN JÎ LI SER MASÊ NE
Ya herî balkêş ew mijar e bê ka Tirkiye ya bi rêveberiya AKP-MHP-Ergenekonê li kûderê ye. Rastî ev e, li ser wê maseya yekîtiyê ku divê hêzên Kurd lê rûnin Tirkiye li serê qurçikê rûniştiye. Rewşa objektîf ev e. Ango li wê masyê ku divê yekîtiya nav Kurd were axaftin, dahatuya netewî were diyarkrin, mezintirîn dijminê Kurdan, rêveberiya faşîst a herî har rûniştiye. Bêyî ku hewceyî pê bibîne ku fizîkî li wir jî be..
TÊKILIYÊN TIRKIYÊ YÊN BI PDK Û ENKS'Ê RE
Ev rewşa îronî weke encamek ji têkiliyên Tirkiyê û PDK'ê derkete holê. Têkilliyên bi salan ên leşkerî û aborî yên PDK'ê yên bi Tirkiyê re, Başûrê Kurdistanê kiriye eyalekte Tirkiyê, dijberiya PKK'ê ji bo PDK'ê weke rêyeke jiyanê hate hilbijartin.
ENKS'ê ev xet herî pir li qada Rojava kûr kir û bi pêş ve bir. Tirkiyê, ENK kire sparteya xwe ya herî mezin a dijminatiya xwe ya li Şoreşa Rojava. Xwest/dixwaze ku weke Başûrê Kurdistanê veguherîne avaniyeke di bin qanadê Tirkiyê de. Halê hazir a ku tê axaftin ev e; Tirkiye bi rêya ENKS'ê dixwaze Şoreşa Rojava bi hêzên din ên Kurdan re bide dabeşkirin û piştre gav bi hav ev avaniya ku di serî de Tirkiye, hêzên derve destekê didin wan hêzên din ên Kurd ên demokratîk tasfiye bike û bi vî rengî jî şoreşê bikin paşbaxçeyê Tirkiyê. Her wiha Tirkiye ji çav re helwest li dijî vê pêvajoyê nîşan da, qîma xwe bi vê anî, piştre şandeyên ENKS'ê bi rêya PDK'ê re bi Tirkiyê muzakere diin û ev bi niyetbaşiyê nayê dîtin. Her wiha di nav wan daxwazan de ku şandeya pêşî di tûra pêşî de dabû ber Rêveberiya Xwser (di beşê duyan de ez ê li ser van rawestim), polîtîkayên bi rengê, ''heke ev nebin Tirkiye wê êrîşê bîne ser Rojava'', kişandina Tirkiyê ya li ser masê bixwe ye.
DYE JI GARANTORIYÊ DIREVE
Di pêvajoya hevdîtinan de bi rengekî nerasterast a hebûna Tirkiyê ya li ser vê maseyê, bi vegotineke dî, bandora wê ya li ser masê, bi agahiya hêzên mîna DYE û Fransayê ye jî, ku di vê pêvajoyê de xwedî rol in. James Jeffrey ji bo vê pêvajoyê ku hûr dajo, kûr dajo, soz dane Tirkiyê. Ji ber vê jî daxwaza rayedarên PYD'ê û QSD'ê ya ji bo DYE'yê, 'di vê pêvajoyê de bibin garantor' nehate qebûlkirin. DYE'yê got ew ê nabin garantor lê bibin çavdêr û wiha peyam da Tirkiyê ya ku ji bo xwe weke hevkarê stratejîk dibîne, ew ê ji wan rolekê nestînin û xwe nedin ber berpirsyariyê.
HEWLDANA KU TIRKIYE BI DEST BIXE
Lê meseleya yekîtiya netewî ya Kurd meseleya Kurdan e. Dibe ku dost keda xwe tê de hebin lê ev mesele ne amûra polîtîka ti hêza herêmî ye, ne kemîna plansaziyên tasfiyeyê ye. Di rewşa berdest de ya ku divê em bikaribin xwe jê xilas bikin hewldana Tirkiyê ye, ku dixwaze vê maseyê bi alîkariya hêzên navnetewî bi dest bixe. rastî jî hêzên navnetewî û herêmî jî misyonekê li van hevdîtian bawer dikin lê zeman wê nîşan bide bê ka ew misyona 'yekîtiyê' ye ku Kurdan lê bar kirine yan na.
PEYAMÊN KU KURD WÊ BISTÎNIN
Li vê cografyayê ku her tişt bi têkoşînê ye, di demeke wiha de ku her tişt wê bi têkoşînê were bidestxistin bi baweriya min peyamên ku Kurd wê bistînin ev in;
*Di mijara yekîtiya netewî de dîtina zorê.
*Yekîtî bi têkoşînê têne bidestxistin û planên tasfiyekar ku li yekîtiyê hatine ferzkirin bi têkoşînê têne çareserkirin.
*Heta ku faşîzma li Tirkiyê neyê qelskirin ne pêkan e ku yekîtiya netewî tam bi ser bikeve.
*Di xebatên yekîtiyê de tenê xwespartina ser hêzên derve dibe ku xefletên nû bi xwe re bîne.
Wê berdewam bike..