Xweserî heqê Êzdiyan e

Êzidî naxwazin bibin leşker û memûrên PDK an jî Iraqê. Êzidî xweseriya Şengalê dixwazin. Niha li Şengalê hêzên rewa ew hêz in ku vîna xweseriya Êzdiyan û xweparastina Êziyan qebûl dikin. Yên ku li derveyî yasa û hiqûqê jî ew in ku vê rastiyê qebûl nakin.

Yên ku li Şengalê ne rewa ne; ew in ku di qirkirina 2014'an de xwedî rol in, ew in ku dixwazin mîna beriya 2014'an hebin. Qebûlnekirina rêveberiya xweser û hêzên parastinê yê Êzdiyan, tê wê wateyê: Êzdiyan mîna civakeke xwedî îrade û viyan nabînin, ev rûşuştî ne.

Bi navê PDK'ê hin daxuyanî tên dayîn. Em matmayî li van daxuyaniyan temaşe dikin û dişopînin. PDK bi rastî jî henekê xwe bi eqlê mirovan dike. Em wer fêhm dikin ku peywendiya xurt a bi AKP'ê re hiştiye ku PDK zêdetir rastiyan berevajî bike û di vê mijarê de zêdetir pêşde biçe. PDKê her tim rastî veşartine û ev yek bûye xislet û karekterê wê. Heta niha ji bo rûyê xwe yê rast veşêre gelek maske bi kar anîne. Lê ti carî bi qasî îro rastî berevajî nekiribûn. Ji ber rola xwe di qirkirina Êzdiyên Şengalê ya 3'ê Tebaxa 2014'an de diviyabû pir kêm baxiviya, heta qet neaxiviya. Lê her roj der barê Şengalê de derewekê diavêje naverastî. Hewl dide rastiyan cuda û berevajî nîşan bide.

Rayedarên PDK berdewam dibêjin li Şengalê hêzên li derveyî destûrê hene. Bi vî awayî Şengalê dixe armanca dewleta Tirk. Dewleta Tirk jî xwe disipêre daxuyaniyên PDK'ê û li dijî Şengalê êrişên hewayî pêk tîne. Xuya ye ku armanca dewleta Tirk û PDK'ê der barê Şengalê de yek in. Dixwazin Hêzên Parastina Şengalê YBŞ ku Êzdî ji qirkirinê rizgar kirin û li dijî DAIŞ'ê ew parastin, tine bikin. PDK dixwaze YBŞʼê bi destê Tirkiyê bê bandor bike, dîsa wekî beriya 2014'an li Şengalê hegemonya xwe saz bike.

PDK, YBŞʼê û Rêveberiya Xweser a xelkê Şengalê ava kirî li derveyî destûrê dibîne, li derveyî destûrê îlan dike. Dema dibêjin destûr û hiqûq jî behsa rewşa beriya 2014'an dikin. Ya ku 3'ê Tebaxa 2014'an li Şengalê pêk hatî ne rewşek ji rêzê bû. Êzdîtiya ku hezaran sale heyî, ku yek ji baweriyên pêşî yên mirovahiyê û Kurda ye dê bi temamî tine bikirina. Qirkirina Êzdiyan li Şengalê dihat wateya qirkirina temamê Êzdiyan. Heke Êzditiya li Şengalê tineba, Êzdiyên li cihên cuda nedikarin hebûna xwe bidomînin. Dê bi demê re biheliyana, yan jî li wan cihên lê belav bûne wekî qalikekî, piştî yek du nivşî dê tenê navê wan maba, lê taybetiyên baweriya ku bûye jiyana civakî dê nemabana û winda bûbana.

PDK 2014'an Êzdî ji qirkirina DAIŞ'ê re hiştin. Der barê Êzdiyan û Şengalê de ket rewşekê ku herî dawî ew tê de biaxive. Bihêle ew li ser Êzdiyan heq îddîa bike, ji ber ku Êzdî di nava lepê qirkirinê de hişt divê hesab bide. Li şûna ku hesab bide, her wekî sûcdarê xwe bi hêz nîşan dide, bêyî ku rûyê wê sor bibe, yên ku Êzidî ji qirkirinê rizgar kirine li derveyî destûrê nîşan dide. YBŞ'ê û saziyên rêveberiya xweser Şengal terk nekirin, tevî her zorî û zehmetiyê li deverên stratejîk man û bi vî awayî karîn hebûna xwe biparêzin. Ev sazî û hêzên ku çiyayê Şengalê terk nekirin, hêzên Êzidiyan yên parastinê û saziyên rêveberiya xweser in. Ne ew in ku di dema êrişa DAIŞ'ê de reviyan e û piştre hatine.

Bila PDK îdiaya heq li ser Şengalê li hêlekê deyne. Eşkere ye ku hêza herî dawî biaxive ew e. Bêguman mafê Iraqê jî tineye ku bêje ez ê wekî berê li ser Şengalê desthilat bim. Berpirsyariya van du hêzan tenê û bi tenê ew e, xweseriya ku rêveberiya Şengalê û hêzên wê yên parastinê nas dike, destek bikin. Niha PDK bi şantaja li dijî Iraqê û bi karanîna dewleta Tirk hewl dide rêveberiya xweser û hêzên parastina Şengalê belav bike, bi leşker û memûrên hevkarên xwe bibe desthilat. Jixwe hinek Êzdiyan dikin memûr û leşker. Bi vê jî dixwazin rêveberiya xweser û hêzên parastinê ji hev belav bikin.

Destûr û hiqûq beriya her tiştî xwe disipêrin exlaq, wijdan û rewabûnê. Cihê exlaq, wijdan, maf, edalet, rewabûnê her tim beriya yasa û destûran e. Ya rasttir ew e, exlaq, wijdan, edalet û rewabûn destûr û hiqûqê diafirînin û pêk tînin. Ji vî alî ve jî PDK nikare bêje beriya 2014'an ez li wir hêza leşkerî bûm, qeymeqam yê min bû û nikare li ser Şengalê îdiaya heq bike. Rewşa 2014'an rê li ber qirkirinê vekir. Lewma li wê derê divê nîzam, destûr û pergal bên guhertin. Niha li Şengalê hêzên herî rewa YBŞ-YJŞ û saziyên rêveberiya xweser in. Li gorî hebûn û daxwaza wan divê pergalek nû ya civakî û siyasî were avakirin. Dema em bala xwe bidin qirkirina bi serê wan de hatî, ji bo Êzdiyan statuyeke bivênevê ye. Ji bo Êzdiyan xweserî weke şîrî dê heq e.

Yên ku li Şengalê ne rewa ne; ew in ku di qirkirina 2014'an de xwedî rol in, ew in ku dixwazin mîna beriya 2014'an hebin. Qebûlnekirina rêveberiya xweser û hêzên parastinê yê Êzdiyan, tê wê wateyê: Êzdiyan mîna civakeke xwedî îrade û viyan nabînin, ev rûşuştî ne.

5 hezar jinên Êzdî hîn jî di bin destê nîzama destavêtinê ya DAIŞ'a dijminê mirovahiyê û qirkerê Êzidiyan de ne. Yên ku berpirsê destavêtina 5 hezar jinî ne, nikarin yên ku deh hezaran jinên Êzdî ji destavêtinê rizgar kirin ne rewa û li derveyî yasayê ragihînin. Bi sedhezaran ji wan bê cih û war man; neçarî jiyanek perîşan bûn. Bi deh hezaran ji wan belavî çar aliyên cîhanê bûn. Yên ku ji vê rastiyê berpirs in ne dikarin behsa yasa û qanûnan bikin; ne jî dikarin yên din li derveyî qanûnê îlan bikin. Destûr û yasa, di encama bûyer û têkoşîna siyasî û civakî de tên destnîşankirin. Êrişa qirkirinê ya li ser civaka Êzidî û berxwedana li dijî vê êrişê, li Şengalê hêzên nû yên civakî û siyasî derxistine holê. Destûr û hiqûqê nû, bi têkoşîna wan reng girtiye. Ev jî xweseriya Şengalê û girêdayî xweseriyê xwe-parastina wê ye.

Em ji PDK'ê dipirsin; tu xweseriya Şengalê qebûl dikî? Hêza parastina Êzdiyan ya girêdayî rêveberiya xweser qebûl dikî? Yên ku vê qebûl nakin, êdî mafê wan tine ye yek gotinê ji bo Şengalê bêjin. Kirina memûr û leşker ya hin Êzidiyan, li dijî xweseriyê, li dijî rêveberî û hêzên parastinê banga şer e. Êzidî naxwazin bibin leşker û memûrên PDK an jî Iraqê. Êzidî xweseriya Şengalê dixwazin. Niha li Şengalê hêzên rewa ew hêz in ku vîna xweseriya Êzdiyan û xweparastina Êziyan qebûl dikin. Yên ku li derveyî yasa û hiqûqê jî ew in ku vê rastiyê qebûl nakin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA