BI DÎMEN

Xweparastinê bi rêxistinbûna jinê re xurt kirin

Romedîna Beşîr a ku ji 14 saliya xwe û vir ve di nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de cih digire, da zanîn ku bi saya rêxistinbûna jinan a ku bi Şoreşa Rojava re xurt bûye, wan xweparastin pêş xistine.

JIN Û XWEPARASTIN

Endama Kongra Star Romedîna Beşîr destnîşan kir ku xweparastin û rêxistinbûyîn ji bo jinan bi qasî av û nan hewce û girînge û got, "Ev yek jî dikare bi pêşvebirina rêxistinbûyîn û xweparastinê di nava malbatê de bi jiyanî bibe."

Hebûnên ku bi xweajoya beden û zîhniyetê ava bûne, bi hîskirina xeteriyê re dikeve ferqa girîngiya xweparastinê. Xweparastin ji bo mirovan weke reflekseke xwezayî derdikeve pêş û ji bo li dijî gefên hundir û derve xwe biparêzin û jiyaneke ewle ava bikin, bi rêxistinbûnê re xurtir dikin. Xweparastina jinê jî di misogerkirina xweparastina gel û zindiyan de diyarker e. Asta rêxistinbûnên jinan ji bo parastina mafên jinan, asta têkoşîna wê ya ji bo wekheviya zayendî û şîdeta li hemberî jinê, tevkariyê li pêşvebirina xweparastina civakê dikin.

Yek ji jinên ku di ferqa girîngiya xweparastinê de ye endama Rêveberiya Kongra Star a Taxa Xerbî Romedîna Beşîr e. Romedîna Beşîr a 44 salî, di nava malbateke Kurd a ji Qamişloyê de ji dayik bû. Romedîna Beşîr a ku di nava malbeteke ku hestên wê yên welatparêziyê zêde pêşneketiye de ji dayik bûye, di 14 saliya xwe de hatiye zewicandin. Romedîne Beşîr ku bi rêya hevserê xwe û malbata hevserê xwe Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas dike, ji sala 1994'an û vir ve têkoşîna xwe didomîne. Romedîna Beşîr ji sala 1994'an û pê ve di nava çalakiyên girseyî de cih girt. Romedîna Beşîr ji sala 2015'an û vir ve cihê xwe di nava xebatên Kongra Star de digire û têkoşîna xwe bi awayekî aktîf didomîne.

30 SAL IN TÊDIKOŞE

Romedîna ku di sala 1994'an de Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir wiha got, "Malbata min Kurd bû, lê ji Tevgera Azadiya Kurd dûr disekinîn. Piştî hatim zewicandin, min xwendekar bi rêya hevserê xwe û malbata hevserê xwe nas kir. Ew bûbûn mîna malbata min. Wê demê ji kadroyên PKK'ê re digotin xwendekar. Bi naskirina xwendekaran re, ez gihiştim wê encamê ku malbat di rêyeka rast da ye. Bê guman ji ber ku ez zarok bûm, cudahiya nêrîna van her du malbatan bû sedem ku ez nakokiyan bijîm. Ez neçar mam ku rêyekê hilbijêrim. Ji ber ku têkoşîna hevserê min û malbata wî bala min kişand, ez bûm welatparêz."

TEVÎ ZEXTAN

Romedîna Beşîr, da xuyakirin ku ji ber zextên giran ên rejîmê di salên 1990'î de ew nekarin bi rehetî xwe bi rêxistin bikin û got, "Di wê demê de me nikarîbû gavên mezin biavêta, lê belê di encama her pêngava me avêtî de me encamên girîng bi dest dixistin. Em bi komên biçûk tevlî civînan dibûn. Di wê demê de me civînên xwe bi dizî pêk dianîn. Tevlîbûna van civînan, mîna ku tevlî çalakiyeke bi bandor bibe bû. Di bin zexta rejîmê de xebatên girseyî meşandin ne hêsan bû. Telefonek jî tune bû. Tevî ku pirsgirêka me ya ragihandinê hebû jî, di demeke kurt de em bi rêxistin bûn û dihatin cem hev."

TÊKOŞÎNA JI BO MALBATEKE DEMOKRATÎK

Romedîne Beşîr ku dayika çar zarokan e, anî ziman ku malbata wê nedixwest ew di nava têkoşînê de cih bigire û wiha parve kir, "Ez di temenek biçûk de hatim zewicandin, lê piştî ku min Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir, min jiyana xwe bi vîna xwe ava kir. Min çar zarokên xwe bi fikra jina azad, hevjiyana azad û malbateke demokratîk mezin kir. Bê guman beriya Şoreşa Rojava ez û zarokên xwe di pêvajoyên dijwar de derbas bûn. Dayikeke ku xwe nasneke û perwerde neke, nikare ji zarokên xwe re jî bibe bersiv. Dayikek ku xwe perwerde neke, nikare zarokên xwe perwerde bike. Ev valahî herî zêde bi Şoreşa Rojava re hat tejîkirin. Şoreş wê bi rastî jî bi avakirina malbata demokratîk mezin bibe. Tişta ku me kirî bi temamî ev e.”

BI KOMUNAN RE RÊXISTINBÛN

Romedîna Beşîr a ku bi Şoreşa Rojava re di rêxistina komunê de cih girt got, "Avakirina komun û meclîsan ne hêsan bû. Bi taybetî hin alî tehemûla hebûna jinan a di nava komun û meclîsan de nedikirin. Bi avakirina Mala Jin re êrîşên psîkolojîk hê zêdetir bûn. Em bi astengiyên zîhniyeta serdestiya mêr rû bi rû man ku di nava civakê de kok girtiye. Lê di encama têkoşînê de me di sîstema komun û meclîsê de cih girt û heta Mala Jin ava kir. Pêşketina rêxistinbûyina jinê rasterast bandoreke erênî li ser her jinê kir. Hişt ku veguhere kesayeteke xwedî îradeyeke xurt. Bi vê rêxistinbûnê re armanca me bi serdanên malbatî re jin anîna cem hev bû. Her jinek di jineke din de veşartî bû. Rastiya ku jin hatin cem hev û bi vê hesiyan, rêxistinbûyîna me xurtir kir."

XWEPARASTIN HÊ BÊHTIR JIYANIYE

Romedîna Beşîr, da xuyakirin ku bi rêxistinbûyîna jinê re xweparastina jinê bi pêş ketiye û got, "Divê beriya her tiştî, jin rêxistinbûyîn û xweparastin di şexsê xwe de pêk bîne. Jina ku xwe rêxistinkiriye û xweparastin pêşxistiye, divê di nava civaka xwe de jî pêş bixe. Ji bo jinê xweparastin û rêxistinbûyîn weke nan û avê hewce û girîng e. Bi pêşxistina rêxistinbûn û xweparastina di nava malbatê de ev yek dikare bi jiyanî bibe. Jina ku rastî êrîşên hundir û derve tê, ji bo ku bikaribe xwe ji dijmin û kevneşopiya civakê biparêze, divê ji bo avakirina malbateke demokratîk têbikoşe. Jinên rêxistinbûyî yên ku di nava komun, meclîs û hemû qadên jiyanê de cih girtin, bi vê sîstemê re xweparastina xwe bi pêş xistin. Jin xweparastina xwe ya aborî, civakî û leşkerî bi pêş xist, gihîşt wê astê ku li dijî êrîşên dijmin xwe û civaka xwe biparêze û li dijî êrîşên zîhniyeta serdest a mêr derketineke bi îrade nîşan bide