Xwedîderketina li nirxên xwe sîleya herî mezin a li dijî faşîzmê ye

Ev hovîtiya ku li cenazeyê Tolhildan Tekman ê HPG'yî hate kirin, her roj li Kurdistanê bi şêweyê cuda tê kirin. Ev polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a faşîst wê bi ser nekevin.

Di demekê de ku ji bo Kurdan şerê man û nemanê tê meşandin, bi pêşengiya Rêber Apo şervanên azadiyê û gelê Kurd têkoşîneke destanî dimeşînin. Dewleta Tirk a faşîst ku êrîşên xwe yên hovane dewam dike, li hemberî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne û sûcê şer dike.

Faşîzma ku mehkûm e li hemberî gerîla têk biçe, wê ti carî bi ser nekeve. Gerîla vê rastiyê bi her awayî radixe pêş çavan û mîna sîleyekê li rûyê wan dixe. Desthilatdariya AKP-MHP jî ji bo karibe li ser desthilatdariyê bimîne serî li her rê û rêbazên li dijî mirovahiyê û barbar dide. Li dijî van êrîşan gelê Kurd jî li her qada ku lê ye, li her bajarî û gundî li dijî sîstema mêtinger li ber xwe dide. Dewleta Tirk a ku şerekî bêexlaq dimeşîne, êrîşî nirxên gelê Kurd, cenazeyan û şehîdan dike. Ev êrîşî mînaka herî şênber e ku nîşan dide bê çiqasî lawaz in. Herî dawî hestiyên gerîlayê HPG'ê Tolhildan Tekman (Yilmaz Ûzûn) ku 1'ê Îlonê beriya 3 salan şehîd bû, di hundirê qutiyekê de radestî malbata wî hate kirin. Ev yek mînakeke hovîtiya wan e.

Tolhildan Tekman ji Serhedê bû û li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Li nava malbata ku dilsozê çand û Kurdîtiya xwe ye mezin bû. Hîn di temenê xwe yê biçûk de şahidî ji rastiya dijmin re kir. Ev rewş ji bo wî bû sedema hêrseke mezin. Lewma li warê xwe dest bi têkoşîneke bêeman kir. Bi destanên serhildanê û berxwedana xelkê Serhedê mezin bû, li her qadê bi vê rastiyê jiya. Li dijî faşîzmê kete nava lêgerînê û ji Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû.

Di vê demê de ku şer giran bû, li nava refên gerîla zû bi pêş ket û tevlî têkoşînê bû. Bi ruhê berxwedanê li dijî dijmin şer kir. Di demeke kurt de bû gerîlayekî pêşeng, şervanekî çalak, milîtanekî xurt. Mîrateyeke berxwedanê ji hevrêyên xwe re hişt. Di 15'ê Îlona 2020'î de li Xerzanê di şerê li hemberî artêşa Tirk de tevî 4 hevrêyên xwe şehîd bû.

Ji bo dayik û bavekî gelo tişta herî giran ne ew e ku cenazeyê ewladê wan ê şehîd bûye radestî wan neyê kirin, li goristana bêkesan bê veşartin û piştre jî hestiyên ewladê wan di hundirê qutiyekê de radestî wan bê kirin? Lê belê em şahidiyê ji wî gelî re dikin ku vê yekê bi serbilindî pêşwazî dike. Bi kêliyekê jî poşman nabe û wan gotinên ku xwe digihîne her wijdanî ji xaka ewladê xwe re dibêje, 'Ey şehîd, silavên dayika te li te heye. Ey şehîd silavên hevrêyên te li te heye. Ey şehîd, ey şehîd!" Ev gotin li dijî zaliman mîna tofanek ji hêrsê bûn. Bêguman rojek wê bê ev tofan wê dawî li zaliman bîne.

Ev hovîtiya ku li cenazeyê gerîlayê azadiyê Tolhildan hate kirin her roj li Kurdistanê bi şêweyên cuda tê kirin. Lê belê dewleta Tirk a faşîst wê ji van polîtîkayên xwe yên qirêj encamê nikaribe werbigire.