Xelkê Başûr bi hêrs e

Sebra gel nema ye. Belkî xelkê Hewlêr û Dihokê ji ber zextan niha nikare nerazîbûna xwe nîşan bide. Lê ku ev rewş dewam bike, hêrsa gel dê li her deverê biteqe. Kurdbûn û welatparêzî dê vê bi xwe re bîne.

Dewleta Tirk a faşîst bi dehan balafiran êrişî Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. 2014’an DAIŞ’ê bi armanca qirkirina Êzidiyan êrişî Şengalê kiribû. Mexmûr wargeha penaberan e. Xelkê wê ji herêma Botan a Bakurê Kurdistanê ne û ji ber zilma dewleta Tirk reviyan e. Tevî êrişên DAIŞ’ê bi caran bû armanca êrişên dewleta Tirk. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bi caran dewleta Tirk komkujî pêk anîn. Ev dewleta Kurdistan dagirkirî û dijminê Kurdan, ne dibêje ev sivîl e, ne dibîje ev gerîlla ye, êrişî her Kurdî dike.

Çawa ku di tevahî êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de sivîl hatin qetilkirin, di êrişa dawî de jî balafiran sivîl bombe kirin. Li Şêladizê 5 ciwanên Kurd bi êrişa balafiran hatin qetilkirin. Li heman herêmê berê jî dewleta Tirk bi dehan gundî qetil kiribûn. Dîsa heman rojê li çiyayê Metîna jî ciwanekî Kurd hat qetilkirin. Balafirên şer yên Tirk êdî li her deverê kuştinê direşînin. Heta niha di êrişên hewayî yên Tirk de bi sedan sivîl li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin qetilkirin. Her wekî li Rojava li Efrînê, Serêkaniyê û Girêspî bi sedan sivîl hatin qetilkirin û hîn jî tên qetilkirin. Eşkere ye ku dinyayê çavên xwe li van komkujiyan girtiye û digire.

Lewma heta Kurd, dost û hêzên demokrasiyê bi berxwedanê êrişan nerawestînin, diyar e ku dê komkujî bidomin.

Hemin em baş dizanin ka dijminên Kurdan çima van êrişan dikin. Ew dixwazin hebûna Kurdan li her derê ji holê rakin, koka wan biqelînin û Kurdan tine bikin. Ji ber ku dizanin vejîn û berxwedana Kurdan li dijî polîtîkayên qirkirinê ye û vê bi hêlwêsteke li meydana berxwedanê nîşan didin. Ji ber vê her wekî li Bakur, dewleta Tirk li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî bênavber êrişan pêk tîne. Lê belê heta niha li dijî van êrişan rêveberiya Başûrê Kurdistanê, PDK û YNK’ê helwêsteke ciddî nîşan nedaye. Ev bêdengî mirovî diêşîne, ev temaşe dilê mirovî dax dide. Gelê Kurd lewma di serî de PDK, li hemberî hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ku li dijî êrişan bêdeng in, bi hêrs e, hem jî pir bi hêrs e. Gelê Başûrê Kurdistanê diherike meydanan, wisa vê hêrsa xwe tîne ziman. PDK ya ku reaksiyoneke xurt nîşanî van êrişan nade, gelê Kurd ku dixwaze van êrişan protesto bike jî asteng dike, êrişî xwepêşandana gel dike. Ma mirov dikare vê qebûl bike? Kîjan Kurd dê bikare vê nebîne? Divê bê zanîn, li ku dera dinyayê dibe bila bibe, ti Kurd vê rewşê qebûl nake.

PDK tevî ku li dijî êrişa DAIŞ’ê nesekinî û Şengal neparast, li ser deverê heq îddîa kir. Lê niha jî li dijî êrişên Tirkiyê bêdeng dimîne. Hêzek ku xwedî helwêstek wisa ye, gelo dikare bêje Şengal ya min e? PDK li şûna ku xweseriya gelê Êzdî qebûl bike, hewl dide xweseriyê têk bibe û wekî berê bibe desthilat. Ji ber vê jî çavên xwe li êrişên dewleta Tirk digire. Ji ber ku van êrişan girêdayî bandora Rêber Apo û PKK ya li Şengalê dibîne. Ne êrişkaran, yên ku yên dibin hedefa êrişan û tên kuştin sucdar dibîne. Hezkirina gelê Êzidî ya ji bo Rêber Apo wisa tê cezakirin. Ma mirov dikare vê helwêstê qebûl bike? Ma filan û bêvan hêza siyasî ya Kurd dikare helwêstek wisa nîşan bide?

Deverên li derdora wargeha Mexmûrê di bin serweriya PDK’ê de ye. Xelkê Mexmûrê jî girêdayî Rêber Apo ye, ji ber vê tê cezakirin. PDK li ser wargehê ambargo pêk tîne, dorpêç dike û bi helwêsteke dijber rê dide êrişên dewleta Tirk û rewa dike. Ma ne xelkê Mexmûrê bû ku 2014’an dema DAIŞ’ê êriş kir deriyê Hewlêrê parast, xwe kir mertal û nehişt DAIŞ Başûrê Kurdistanê dagir bike. Ma mirov wisa bersiv dide helwêsta berxwedêr a xelkê Mexmûrê? Em Kurdbûnê û welatperweriyê bidin hêlekê, li ti devera dinê exlaqê civakî vê rewşê qebûl nake.

Sala borî jî piştî ku balafirên Tirk yên şer Kurdên Şêladizê qetil kirin, xelk rabûbû ser piyan. Di raperîna Şêladizê ya par de xelkê derdora baregehên Tirk girt û eskerên Tirk reviyan. Wê demê jî PDK li şûna li hemberî êrişkar û qatilên ciwanên Kurd helwêst nîşan bide, êrişî gel kir, gelek çalakger girtin û ew avêtin girtîgehê. Hem jî wekî dewleta Tirk dibêje, PDK’ê jî îfade kir ku PKK’ê gel ji bo rabe ser piyan sor kiriye. Em li niha binêrin, dîsa li Şêladizê dewleta Tirk Kurd qetil kirin. Ma wê PDK di vê rewşê de dîsa PKK’ê sûcdar bike? Bi rastî lazim e ku êdî PDK dev ji van polîtîkayan berde, li dijî van êrişan bibe xwedî helwêst. Ji ber ku em dibînin gelê Kurd ji van polîtîkayên PDK’ê nerazî ye. Sebra gel nema ye. Belkî xelkê Hewlêr û Dihokê ji ber zextan niha nikare nerazîbûna xwe nîşan bide. Lê ku ev rewş dewam bike, hêrsa gel dê li her deverê biteqe. Kurdbûn û welatparêzî dê vê bi xwe re bîne.

Helwêsta xelkê Başûr bi rastî gelek hêja û binirxe. Helwêsta xelkê Başûrê Kurdistanê ji ya hêzên siyasî li pêştir e. Hikûmeta Başûr û partiyên wê ji ber hinek peywendî û berjewendiyan ji helwêsta welatperweriyê dûr ketine. Lê gel ne wisa ye, xelkê Başûr bi tecrûbeya dehan salî û welatparêziyeke kamil, êrişên dewleta Tirk qebûl nake. Kurdê Başûr dizane dewleta Tirk dijminê Kurdan hemûyan e. Xelk dizane ku dewleta Tirk firsendê bibîne, wê Başûr hemû dagir bike. Jixwe dewleta Tirk her demê dibêje Kerkûk û Hewlêr bajarên Tirkan in. Ji ber ku dê hebûna Tirkmenan ji bo dagirkirinê bike bahaneya pêşî, di her firsendê de van gotinan dubare dike. Lewma gel bi vê pêşdîtinê li dijî êrişên dagirkirinê derdikeve û hewl dide pêşî li vê rewşê bigire. Jixwe ev rastî rohnî û eşkere bûye, partiyên siyasî yên niha nikarin Kurdistanê û gelê Kurd biparêzin. Ji ber vê jî gel bi xwe ketiye nava tevgerê. Wisa xuya ye ku heta ev êrişên dagirkirinê bi dawî nebin jî ev têkoşîna gel dê dewam bike.

Bi wê hêviyê ku berxwedana li çar beşên Kurdistanê û li her devera cîhanê dê rê li dagirkeriya Tirk bigire, Kurdistana azad û demokratîk ava bibe…

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA