'Wê mirovahî û azadî bi ser bikeve'
Nirxandina 'Mirovahî û azadî wê bi ser bikevin' a Rêber Apo hîn jî hêviya vê demê û paşerojê ye.
Nirxandina 'Mirovahî û azadî wê bi ser bikevin' a Rêber Apo hîn jî hêviya vê demê û paşerojê ye.
“Em ê vê erdnîgariyê veguherînin erdînîgariya xwişk-biratiyê, di heman demê de terorê bin ax bikin.” Erdogan û teyfeya wî ku van gotinan her roj, her kêlî bêyî jê bêzar bibin dubare dikin, wekî ku vî gelî ku ev qas berdêlên giran daye, nas nake van gotinên xwe dubare dike. Dema ku qala xwişk-biratiyê dike îro hîna dilê gelê herêmê bi taybet dilê gelê Kurd dişewitîne, malên wan bombebaran dike, pitikên 6 mehî bêyî dê û bav dihêle.
Gava ku rastî ev be, yanî tevî ku terorê bi xwe dimeşînin, li hemberî têkoşîna bi rûmet a gelekî ku xweparastina xwe bi xwe dikin, ew bi xwe jî bawerî bi gotina xwe ya “PKK Rêxistina Terorê ye” naynin. Rastiya esas ew e ku têkoşîna birûmet a şervanên azadiyê ji bo gelan dibe hêvî ku bi pêşengiya berxwedana bêhempa ya Rêber Apo de bêyî ku bibêjin zivistan û berf di şert û mercên herî zehmet de bi fedakariya bêhempa şer dikin. Ji ber vê yekê gelê Kurd û dostên wan li hemberî gotinên şerê taybet bêyî ku kêliyekî bibêjin bes e li ber xwe didin, bi hêza xwe ya cewherî têkoşîna hebûna xwe didin.
A rast hin gotin hene ku divê li kesên ku her roj qala berdana çekan dikin, were gotin; Eger gelên herêmê di pêşengiya gelê Kurd de pergala xwe ya xweparastinê pêş nexistiban, gelo wê niha pêkan ba ku em qala hebûna gelekî û qala pergala demokratîk ku hemû mafê hemû gelan tê de hebe, bikin? Bi rastî jî aqlê dewletê heye ku bipirse çima vebijarka parastina hebûna xwe tenê têkoşîna çekdarî ye? Wê demê gelo pêkan e pergala hûn jê re dibêjin teror lê di rastiyê de hêza parastina herî rewa ku gel bi hêza xwe ya cewherî xwe birêve dibe, dike ewlehiyê ji holê were rakirin?
A rast mirov dikare pirsên bi vî rengî zêde bike? Lê helbet ji bo fêmkirinê dil pêwîst e. Ji ber ku pêwîst e werin pirskirin. Yên ku êşa gelê ku her roj rûbirûyê bombebaranan dimînin û malên wan bi ser wan de hildiweşe hîs nakin; Yên ku ji bo Xezeyê digîrin û li hemberî bûyerên ku li Kurdistanê diqewimin bêdeng in, dibin wêrek an jî welatparêz? Yan jî yên ku li hemberî komkujiyên sivîlan heta talana xwezayê hovîtiyên ku her roj li Kurdistanê çêdibin hestên xwe yên mirovahiyê winda dikin, nabin rûreşa mirovahiyê? Wê demê pêşwazîkirina aştiyê jî şer jî karê kesên wêrek û xwedî wîjdana e.
Di pêvajoyekî ku firsenekî dîrokî ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin ve, li şûna ku wêrekî nîşan bidin û ji teqme reş a sed salî rizgar bibin, aqlê dewletê di şexsê desthilatdariya faşîst a AKP’ê de xwe li gotina “Tirkiyeya bêyî teror” girêdaye û ketiya derdê rizgarkirina rojê û xwe. Em bibêjin jixwe dawiya xwe ewqas înkarkirinê hilweşîn e û li cihê mayî dewam bikin.
Dibêjin, “Em ê terorê bin ax bikin.” Ev gotina ku em ji bihîstina wê bêzar bûne, lê desthilatdariya faşîst her kêlî tîne ziman, di rastiyê de delîla herî eşkere ye ku ew rastiya xwe tînin ser ziman. Wekî ku Rêber Apo dibêje, “Divê her tiştê ku pergalê dibêje berovajî bê xwendin.” Yanî vala ye ku desthilatdariya faşîst a AKP’ê vedişêre ku ew bi xwe hêza ku terorê rêve dibe û rêxistin dike ye; ji ber ku rûpoşkên ku tên bikaranîn, bi saya berxwedana û hewldanên mezin ên Rêber Apo ketine.
Rûyê rast ê pergal û terora dewletê, hatiye ku li hemberî gelan hesabê bide. Yanî her kes dizane ku yên ku qala Tirkiyeya bêyî teror dikin, di rastiyê de ew dewlet e ku terora DAÎŞ’ê û hemû çeteyên cîhadîst xwedî dike ku bi navên cuda qilf guhertiye. Lê ji ber ku pergal bi vî rengî rêve diçe, gelên ku hewl didin nirxên mirovahiyê diparêzin, şerê xwe yê li dijî xwedawendên bêyî rûpoş didomînin. Yanî kurtasî ji bo rastiya dewleta Tirk ku berîka gel vale dike, jiyaneke di bin sînorên birçîbûnê de rewa dibîne fêm bikin, bes e ku mirov li standartên jiyanê ya gelên Tirkiyeyê binêre.
Dema rastiya ku dewleta Tirk di nav de ye ev e, hîna di tundî û êrîşên qirkirinê de israr dike, li her derê Kurdistanê bombeyan li ser gelê sivîl dibarîne, di dijminatiyê de sînoran nas nake. Helbet ev hewldanên bêkêr ên ji bo rizgarkirinê ne. Ji ber ku wekî ku Rêber Apo jî dibêje, “Yên ku têk naçin, wê têk biçin.” Yên ku li hemberî doza bi rûmet a gelekî ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, di êrîşên qirkirinê de israr dikin wê têkçûnê tam bikin.