'Tevgera Kurd a Iraqê navenda ji rê derxistina şoreşa Kurdistanê ye'

Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan karakterê Tevgera Kurd a li Iraqê analîz kiribû û destnîşan kiribû ku bêyî KCK'ê şoreşeke Kurd nepêkane...

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di parêznameya xwe de ya bi navê "Pirsgirêka Kurd û çareseriya neteweya demokratîk" ku li Girtîgeha Îmraliyê nivîsî û sala 2012'an hate çapkirin, têkildarî krîzên hegemonîk ên di vê demê de li Rojhilata Navîn rû dane, pêşdîtinên berfireh kiribû.

Beşa li ser mijarê ya di parêznameya Rêberê Gelê Kurd de cih digire wiha ye:

"Di çarçoveya sînorên Iraqê de parçebûna Kurdistanê û Kurdan di sedsala 20. de yek ji bûyerên herî trajîk e. Bi vê re, ne bi tenê bingehê dîroka Kurdan, ji bombeya atomê bi bandortir bombeyekê dixin bin hîmê dîroka Ereb, Fars û Tirkan. Di wê demê de li parlementa Tirkiyê li dijî vê rêveçûnê îtîrazeke mezin çêbûbû. Rewşenbîrên Kurd ên wê demê û efserên di artêşê de li ser piyan bûn. Di bingehê isyana 1925’an de ev rastî heye. Berevajî rewşa di dîroka fermî de li hev anîne, yên bi hegemonya Ingilîz re li hev kirine Kurd nînin, rejîma Tirk ê Spî ye.

Bi sedan, bi hezaran çandên civakî bi sînorên bi cedwelan xêzkirî hatin parçekirin, ew berdan hev û bi vî awayî ew bi rê ve birin. Dewletdariya netewe di nava vê lîstikê de weke pevçûna di asta desthilatdariyê de şêweyê herî bi tehlûke ye. Dinya îro heta dabeşî ji dusedî zêdetir dewletên netewe nebûya, hegemonya kapîtalîst pêk nedihat û nikarîbû xwe dewam bike. Eger bi vê rêbazê were ravekirin wê dîroka rastî derkeve holê û em ê bi vî awayî serwext bibin ka kî bi vê rêbazê bi ser ketiye û kîjan îdeolojî û çand bi ser ketiye û kîjan têkçûne.

Dîroka Kurd a hemdem û hebûna wî, bi tenê di nava vê yekparebûnê de û bi parçebûna sînorên Iraq-Sûriyê dikare bê zelalkirin. Ev parçekirin û dabeşkirineke wisa ye, qirkirin jî di navê de, mîna ku tevahiya potensiyela alternatîfên îmhayê têde hatibin depokirin. Li ser pirralî hesab hatine kirin.

6 MÎSYONÊN TEVGERA KURD A IRAQÊ

Ya yekê, Kurdên Iraqê ji bo Erebên Iraqê kontrol bikin yedek hatine hiştin. Karekterê Tevgera Kurd a Iraqê têra xwe vê rastiyê piştrast dike. Herî dawî bi awayekî bingehîn xwe sipartin Kurdên Iraqê û rejîma Saddam Husên hilweşandin.

Ya diduyan, di nakokiya Iraq-Îranê de amûrê herî girîng ê bikaranînê ye. Dîrokê ev jî têra xwe piştrast kiriye.

Ya sisiyan, ji bo Komara Tirkiyê kontrol bikin yedek hiştine. Ji 1925’an ve, heta ji isyana pêşî ya hemdem a Kurd a bi pêşengiya Babanzade Ebdurrehman Paşa Isyana Soran a 1806’an ve tevahiya bûyerên girîng ên dîrokî ji bo rêveberiyên Osmanî û Komarê mijûl û kontrol bikin, kirine amûrên girîng.

Ya çaran, ji bo Rojhilata Navîn di kontrola hêzên hegemonîk ên dinyayê de bihêlin ango di kontrola Ingilîstan û Emerîkayê de bihêlin (ji salên 1800’î heta salên 1945’an hêza hegemonîk Ingilîstan e, ji salên 1950’î ve DYE ye), yek ji amûrên herî kêrhatî bûn.

Ya pêncemîn û ya herî girîng, di statuya baregeha bingehîn de wê bi kar tînin, ji bo bi xwe tevahiya Kurdistanê û potansiyela şoreşger a gelê Kurd di kontrolê de bigirin û karibin ji rê derxin (ji 1920’an ve bi gotina wan ji bo Rêveberiya Kurd a Iraqê hewl didin statuyekê pêk bînin. Herweha hewl didin bikin navenda îdeolojiyên eşîrên paşvemayî, dîndar û modernîst ên bi wan ve girêdayî.) Kengî tevahiya Kurdistanê û gelê Kurd bi vê rêveberî û parçeyê piçûk ve girê bidin hingê wê wan bikin amûrekî stratejîk ê kontrolê.

Ya şeşan, dewlemendiyên wê yên binerd ku têra xwe hene, ava wê û cografya wê ya xweş, bi hêsanî wê bêne bikaranîn û îstîsmarkirin.

WELATPARÊZÊN KU HEWL DIDIN VÊ LÎSTÎKÊ XERA BIKIN TÊN TECRÎDKIRIN

Dema ku mirov van sernavên sereke bêhtir ji nêz ve analîz bike, mirov ê bibîne, dewletdariyeke netewe ya Kurd timî weke potansiyel yedek tê girtin, bi awayê, ha ava bû wê ava bibe, hem dewletên netewe yên herêmê kontrol û terbiye dikin, hem jî li şûna xwe bisipêrin hêza xwe, hêviya xwe bi pêkhatineke muhtemel a bi destê hêzên hegemonîk ên derve pêk bê girê didin û bi vî awayî ji wan nayê hebûna Kurdan biparêzin û potansiyela azadiya wan zêde bikin ango hêza wan bi xwe ditevize. Li ser vî bingehî dikevin rewşekê ku ji xwe piştrast nînin, timî xwe hewcedarî hêzên derve dibînin û ditirsin ku her kêlî felaket û tevkujî bi serê wan de bên û lewma dibin evd û bendeyên dilsoz ên efendiyên xwe. Di şexsê wan de heman dekûdolab li serê tevahiya Kurdan tê gerandin.

Tevgerên bi rastî şoreşger, demokratîk, neteweyî û welatparêz ên hewl didin vê dekûdolabê xira bikin bi hêsanî tecrîd dikin, wan gunehbar dikin ku Kurdan dixin tehlûkeyê (ya rastî ev lîstikek e ku ew bi xwe baş dilîzin), ji dîplomasiyê fêhm nakin (dilsoziya bi efendiyan re), Kurdan parçe dikin (sînorên ku Kurd û Kurdistan ji can û dil parçe kirine, weke wezîfeyeke xwe ya sereke rewa dikin) û tewazuna dinyayê (parastina statukoya ku hêzên hegemonîk ew afirandine) li ber çavan nagirin. 

HEWL DIDIN BIKIN KU KURD TIMÎ BI PEY PARÊZERÊ SEXTE VE BIBEZIN

Timî hewl didin bi teorî û pratîk bînin ziman ku gelê Kurd bi tena serê xwe nikare tiştekî bike (lê divê qîma xwe bi tifingên hêzên hegemonîk bîne) û bi vî awayî hewl didin nîşan bidin ku avakirina civakeke demokratîk, azad û wekhev pêkan nîne. Gelê Kurd ê belkî karîbû bibe yek ji gelên şoreşger ê hemdem, bi vê zêhniyeta hegemonîk kirin gelê dinyayê yê herî di binî de maye, kirin gelekî kole yê li ber qirkirinê. Ji gelê Kurd re gotin ‘gelê bêparêzer’ û bi vî awayî xwestin gelê Kurd timî li pey parêzerên sexte biçe û bibeze. Jixwe ya rast ew e ku gelek bibe parêzerê xwe bi xwe.

BARZANÎ JI ME XWEST KU EM DEST JI PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ BERDIN

Têkilî bi PDK’ê re krîtîk in. Helwesta PDK’ê li hemberî Doktor Şivan (Sait Kirmizitoprak, Serokê PDK’a Tirkiyê), ango di encamê de Doktor Şivan û du alîkarên wî yên girîng hatin kuştin û endamên din ên komê ji hev hatin belavkirin. Lewma dibe ku helwesteke bi heman rengî li beramberî PKK’ê jî pêk bianiyana. Nûnerên PDK’ê ne alîgir bûn ku gerîlla bibin xwedî pêngav. Gelek astengî çêkirin ji bo gerîlla gavê neavêje. Nexasim di dema qonaxa derbasbûna welêt de li ser sînor gelek hevalên me kirin şehîd. Paşê şer û kuştin dewamî bûn.

Di sala 1985’an de min û Mesût Barzanî li Şamê hevdu dît û bi awayekî eşkere ji min xwest ku em ji Pêngava 15’ê Tebaxê gavê paşve biavêjin. Li ser vê, guman û fikarên min çêbûn ku ev xwesteka wî ne bi tenê ferzkirineke hêzên ewlekariya hundir a Tirkiyê ye, ev hewldanek e ku têkiliya xwe bi Îsraîlê û Gladîo’ya NATO’yê re heye. Divê mirov şer û têkiliyên bi PDK’ê re bi tenê weke bûyerên hêzên ewlekariya hundir ên Tirk rê dide ber wan nebîne, mirov di çarçoveya polîtîkayên Îsraîl û Gladîo’ya NATO’yê de li wan binêre gelekî girîng e. Ev mijarek e ku divê mirov bi berfirehî û hûrûkûr lêbikole. Pêngava 15’ê Tebaxê û sala wê ya pêşî, herçiqasî pêşbîniya wan bê kirin jî bi awayekî vebirrî haya sîstemê jê tineye. Nikarîbûne pêşbîniya wê bikin ka wê ber bi ku ve biçe. Bi awayekî rast nikarin pêşbîniya berê wê û berfirehiya wê bikin. Em bi xwe jî vê pêşbîniyê nikarin bikin. Ji sedî sed diyar e ku rê li ber qonaxeke nû vedike. Lê ez yeqîn dikim, bi kêmanî tevahiya sala 1985’an, nexasim hêzên ewlekariya hundir a Tirk, hêzên NATO û Gladîo’yê encamên wê guftûgo dikirin.

PIŞTGIRIYA ÎSRAÎLÊ YA JI BO PDK'Ê DI SALA 1945'AN DE DEST PÊ KIR

Bi derengî be jî mirov hûnandin û avakirina kakila dewleta netewe ya Kurd bi tenê dikare di çarçoveya modernîteya kapîtalîst de rast fêhm bike. Nexasim kakila dewleta netewe ya Kurd û Kurdistanê di nava hesabên hegemonîk ên Îsraîlê li herêmê de bi roleke gelekî girîng radibe. Çawa ku dewleta netewe ya Tirk li Anatolyayê di derketina holê ya Îsraîlê de bi rola pêşeng (Pro-Îsraîl) rabûye, dewleta netewe ya Kurd jî di warê hesabên hegemonîk ên Îsraîlê li ser Îran, Iraq, Sûrî û Tirkiyê de bi roleke gelekî girîng radibe. Hêzên ku Îsraîl damezrandin hê ji salên 1945’an ve destek dan avakirina PDK’ê û ji salên 1960’î ve di ser Tirkiyê re bi awayekî berbiçav destek danê, ev jî bi hesabên stratejîk û hegemonîk ên li herêmê ve girêdayî ye. Ji salên 1990’î ve Kurdên bi Gladîo’yê re ketin nav hev û li ser bingehê tesfiyekirina PKK’ê Dewleta Federe ya Kurd pêk anîn li derveyî van hesabên hegemonîk, stratejîk nînin. Jixwe bi awayekî yekgirtî bi ser PKK’ê de hatin û ev jî vê rastiyê gelekî baş rave dike.

YÊN KU DIXWAZIN DEWLETÊ BIDIN KURDAN Û YÊN KU KURDAN DIKUJIN HEMAN HÊZ IN

Di salên 2000’î de yek ji armancên herî girîng ên pêngava Duyemîn Şerê Kendavê bi awayekî mayînde li Iraqê avakirina kakilê dewleta netewe ya Kurd bû. Hêzên biryara vê dan û pêk anîn, heman hêz in ku di sedsala dawî de Kurdistan parçe kirin û timî di nava sînorên tevkujiyê de hiştin. Hesabên sîstemê pêdiviya xwe bi çi hebin an jî çi ferz bikin, ew têne kirin. Di roja me ya îro de, kakilê dewleta netewe ya Kurd ji bo sîstema kapîtalîst bi kêmanî bi qasî Îsraîlê hêmanek e ku hewcedarî pê heye; di nava tewazuna hêzan û dewletên netewe de xwedî roleke stratejîk e ku heta dawiyê dest jê nabe. Bi giştî ji bo ewlekariya sîstemê û pêdiviya bi petrolê, bi taybetî jî ji bo ewlekariya Îsraîlê û hegemonya wê, dest ji kakila dewleta netewe ya Kurd bernadin, ji bo bihêzkirina wê çi hewce bike, hewl didin bikin. Bi vî awayî xelekeke girîng a di salên 1920’î de hatibû plankirin li sîstemê tê zêdekirin. Ji bo destpêka sîstemê girîngiya dewleta netewe ya Tirkê Spî çi be, ji bo temamkirina wê jî girîngiya dewleta netewe ya Kurdê Spî ew e.

TÊKILIYA BI SÎSTEMA NETEWE DEWLET RE DIVÊ ÇAWA BE

Di vê mijarê de ji bo ku ez pêşiyê li şaşfêhmkirinekê bigirim hinek xusûs hene divê bi girîngî bînim ziman. Ji ber ku dewletên netewe bi mentiqê sîstemê hatine avakirin, divê mirov ji aliyê gelan ve negihîje wê encamê ku ne girîng in an ji sedî sed dijmin in. Berevajî divê mirov dewletên netewe weke saziyên gelekî girîng bibîne, nakokî û têkiliyên wan bi bernameya civaka demokratîk re bi rêkûpêk bike. Bernameyên civaka demokratîk armanca wan ew nîne ku dewletên netewe hilweşînin û li şûna wan ew bibin dewlet. Ji dewletên netewe dipên ku di çarçoveya lihevkirina destûra bingehîn de ji projeyên civaka demokratîk re rêzê bigirin. Ji bo jiyaneke hevpar a di nava aştiyê de şertê pêşî ew e, divê projeyên civaka demokratîk û pêkanîna wan weke mafekî bingehîn ê destûra bingehîn were qebûlkirin. Ew ê hebûnên hevdu nas bikin û bixwazin ku ev weke hukmekî destûra bingehîn bê qebûlkirin.

ŞENSÊ SERKETINA TIFAQA ANTÎ-KURD NÎNE

Eşkere ye ku Kurd û Kurdistanê li Rojhilata Navîn a salên 2000’î hem di tewazuna dewleta netewe û hem jî di tewazuna civaka demokratîk de weke realîteyeke bi tesîr û dînamîk cihê xwe girtine. Hevgirtina antî-Kurd a ku Komara Tirkiyeyê pêşengiya wê dike û bi Îran û Sûrî re xwe lê rakişandiye zêde şensê xwe yê serketinê tineye. Lewma bi hesabên sîstema kapîtalîst re li hev nake. Di bingehê hewldaneke bi vî rengî ya hevgirtinê de hevkartiyeke bê Kurd û bê Kurdistan bi sîstemê re heye. Lê nexasim êdî pêkan nîne ku Îsraîl û DYE nêzîkatiyeke bi vî rengî qebûl bikin. Ev hevkartiya emperyalîzmê ya bê Kurd û bê Kurdistan a di navbera salên 1920-2000’î de hat meşandin êdî polîtîkayeke bê meşandin nîne. Jixwe dewleta netewe ya Kurd bi hevgirtina Iraqê hat avakirin û di demeke nêz de îhtîmaleke xurt e ku ji aliyê Îran, Sûrî û Tirkiyeyê ve bê naskirin. Lê zehmetî ew e, di berdêla vê naskirinê de tesfiyekirina PKK û KCK’ê tê ferzkirin. Ev jî daxwazeke pûç e. Êdî çarenûsa Kurd û Kurdistanê hem rastiya civaka demokratîk a KCK’ê, hem jî rastiya dewleta netewe ya hevgirtina bûrjûwa Kurd di zikhev de û li ser bingehê lihevkirineke diyar a qanûnî, hewl bidin diyar bikin. Di dîroka modern a Rojhilata Navîn de cara pêşî ye ku erka civaka demokratîk û erka dewleta netewe bi hev re rol digirin. Nexasim li Iraq, Afganistan û Îsraîl-Filistînê û heta li Tirkiyeyê şerên diqewimin û xetimîna rê li ber vedikin, ji bo Kurdan di wan de dersên girîng hene. Ji bo nebin xwedî rabihuriya xwînrij a dewletên netewe ku xwedî sînorên hişk bûn, wê sîstemeke dualî bikin bingehê xwe ango sîstemeke xwe disipêre KCK’ê ya pala xwe dide modernîteya demokratîk û xwe disipêre dewleta netewe ya Kurd a Iraqê ya pala xwe dide modernîteya kapîtalîst. Li ser vê sîstema dualî wê li hev bikin. Bi vî awayî ji dewletdariya netewe ya sosyalîzma pêkhatî jî ders ê bê girtin. Kurd û Kurdistan wê ne bibin Îsraîla duyemîn, ne jî wê bibin weke dewletên din ên netewe. Wê bibe mekan û hêzên pêşeng ên senteza modernîteyeke nû ya ku ji pirsgirêkên sereke dibihure, ew pirsgirêkên ku hemû di navê de bi qirika hev digirin."