Têkoşîna Sakîneyan didome

Dewleta Tirk bi tasfiyekirina pêşengên tevgera me, plansaziya wê dike ku jinên Kurd û gelê me bêpêşeng bihêle, bi vî rengî dixwaze gelê me dîsa bike kole. Lê ev hewldaneke pûç û beredayî ye.

Di ser şehîdbûna hevalên me Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylamez re 8 sal derbas bûn.

Sakîn Cansiz tekane hevrêya me ya jin bû ku yek ji qedroya pêşeng a PKK'ê bû û heta şehîd bûyî jî xwedî dîroka têkoşînê bû. Ji ber vê tekane jina pêşeng a dîroka PKK'ê bû. Qonaxên têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd, zor û zehmetiyên vê, êşên wê tim jiya û azadî bi têkoşîna xwe bi dest xistibû. Ji vî alî ve jiyana Sakîne Cansiz weke kurteyeke têkoşîna jinên Kurd bû.

Rêbertiya me Abdullah Ocalan bi heval Sakîn re têkiliya hevrêtiyê ya herî jidil danî, her demê desteka mezin dayê. Têkiliya hevrêtiyê ya di navbeyna Rêbertiya me û heval Sakîne Cansiz de, bi xasetên herî kêmpeyda ên têkiliya hevrêtiyê ye. Ev hevrêtî rengekî têkiliyê yê wiha ye ku bêyî hesab e, li ser baweriyê ye, bi hezkirin û hurmetdayîn, parvekirin û li azadiya jinan, gelê me û welatê me û serkeftina wê asê bûye. Rêbertiya me bi têkiliya hevrêtiyê ya bi heval Sakîn re nîşan daye ku çawa dostê herî heqîqî yê jinan û hevrêyê wan e.

Dewleta Tirk a xwedî dîrokeke devbixwîn e li Parîsê bi komkujiya 9'ê Çile ya 2013'an dîsa peyama qirkirinê da jinên Kurd û gelê Kurd. Ji aliyekî ve bi Rêberê me Abdullah Ocalan re hevdîtin dikir, li aliyê dî plansaziya komkujiya Parîsê datanî. Şexsiyeteke kêmpayda bû ku bawerî bi xwîşk û biratiya gelan, bi têkoşîna azadiya jinan dianî. Dema ku mirov ji dema niha li vê komkujiya komploger a dewleta Tirk, li heqîqeta wê ya derewîn dinere, negiştiya armanca xwe. Jinên Kurd û gelê Kurd li dijî van hêzên komkuj ku hêza NATO'yê dane pişt xwe berxwedan û raperîna xwe ya mezin hê jî didomînin. Ji aliyê dî ve jî îdeolojiya Rêbertiya me ji her demê bêhtir berbelav bûye. Rol û mîsyona Rêbertiya me ya ji bo azadiya jinan û gelan zêdetir bûye. Ji ber vê jî, desteka kampanyaya ji bo Rêbertiya me li hemû parzemînên cîhanê, li hemû wealtan zêdetir dibe.

Her wiha ji komkujiya Parîsê û wir ve têkoşîna azadiya jinan, bi rengekî ku pêşengiya wê nikaribe were astengkirin geş bûye, hatiye rewşa ku pêşengiyê ji têkoşîna azadiya jinê re bike. Jinên Kurd li gel hemû êrîş, komkujyan jî, bi berxwedana xwe, bi xebatên li qada siyaset, jiyana civakî û berevaniyê, bi asta azadiya jinê ku gihaştiyê û bi gavên dîrokî yên ji aliyê azadiya gelan ve, xebat bi ser xistine.

Her wiha di şexsê şehîdên me yên ji hev hêjatir de, nîşan dane ku tevgera jinan a Kurd di azadiya jinan, gelê me û gelên me de biryardar in, ji bo vê, wê ti caran dev ji wê vînê neqerin bi rengekî fedayî, giyanekî pêşeng tevlî nav jiyanê û şer bibin.

Dewleta Tirk bi komkujiya ku 9'ê Çile ya 2013'an a li dijî pêşengên jinên Kurd, gelê me û tevgera me dayî destpêkirin, bernameyên girtin, bêkêrkirinê heta niha didomîne. Herî dawî dema ku mirov ji hêla cih û rengê şehîdbûna Leyla Agirî ya Cotmeha 2020'an dinere, ev reng û domdariya şerê li dijî pêşengiya jinên nîşan dide.

Dewleta Tirk bi tasfiyekirina pêşengên tevgera me, plansaziya wê dike ku jinên Kurd û gelê me bêpêşeng bihêle, bi vî rengî dixwaze gelê me dîsa bike kole. Ji ber ku jinên Kurd weke kana potansiyel a têkoşîna azadiyê dibîne û weke taloke dibîne, polîtîkaya şerê taybet a tecawiz, sîxûriyê, fihûşê, kiryar nediyar rê ve dibe û bi vê dixwaze jinên Kurd teslîm bigire. Lê ev hewldaneke pûç û beredayî ye.

Daxwaza herî mezin a dewleta TC'ê ew e ku tecrûbe, destkeftin û bîra vê ya dîrokî ya jinên Kurd tine bike. Bi vî rengî plansaziya wê dike ku qalibên jiyanê yên pergala zilêm a serwer biparêze, jinan dîsa li nav malê asê bike. Serweriya zilêm ku sedsala 21'ê ti caran nehatiya qebûlkirin, dixwaze koledariya jinê domdar bike. Bi vî rengî dixwaze têkoşîna azadiyê ya jinan bi vî rengî asteng bike, bi paş ve bixe û deskeftiyên wê jê bistîne. Dewleta Tirk û pergala modernîteya kapîtalîst a li pişt wê zayendparêz û nîjatgir e. Hevkarên sûc ên dewleta Tirk ev dewlet in. Di komkujiya Sakîne Cansiz û hevalên me de dewleta Fransa berpirs e û hevkarê sûc e. Ji nixumandina ser vê komkujiyê berpirs e. Sedema ku dewletên cîhanê li bara vê komkujiyê bêdeng in, eynî hişmendiya bi dijminatiya jinan û gelan e. Pergala zilam serwer jixwe li ser komkujiya jinan ava bûye, pergaleke dirinde ye.

Hevalên me Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar jî, 5'ê Çile ya 2016'an li Silopya hatin qetilkirin. Weke ku tê zanîn, ev hevalên me jî ji bo ku pêşengî li têkoşîna azadiyê ya jinan û gelê me kirine û li ber xwe dane bûne hedef.

Îro jî ya ku dewleta Tirk pir ditirsîne têkoşîna azadiya jinê ye. Îro li Tirkiyê hêzên heqîqî yên muxalîf têkoşîna azadiyê ya gelê me, ya bi pêşengiya jinan e. Her wiha têkoşîna azadiya gelên me ye, ku bi pêşengiya jinên Tirkiyeyî dibe.

Jinên Kurd di serî de bi rengekî ku layiqî Sakîne Cansiz bin, wê layiqî şehîdên Kurdistanê, dîroka azadî û berxwedanê bin û ji her demê zêdetir bi biryar û îdîa meşa xwe bidomînin. Sala 2021'ê wê bibe saleke ku têkoşîn û berxwedana me li asteke herî bilind be. Em ê pêşengiya azadiya Rêbertiya xwe, jinan, gelê xwe û gelên xwe, avakirina neteweya demokratîk bi rengekî biryardar bidomînin. Em ê li dijî qirkirina jinê, demên parastina jina azad û civaka azad bi berxwedanê ava bikin. Ji bo têkoşîna me ya azadî, wekhevî û dadmendiyê em ê xasetên xwe yên pêşengiyê kûr bikin, pireng bikin û bi ser bixin. Bi teqezî em ê bi ser bixin.

Ji ber vê, em dibêjin niha dema azadiyê, dema parastina jinan, civakê ye.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA