Sûdanî kete ber çi belayê!

Gelo wê Sûdanî karibe hikumetê di dema diyarkirî de ava bike? Wê karibe aliyan bîne ba hev? Xuya ye wê pir zehmet be. Ji niha ve em dibînin ku şerê li ser wezaretan wê Sûdanî baş di nava xwêdanê de bihêle.

Krîz û aloziyên Iraqê dawî nabin. Piştî xirecara salekê ya bê navber bi şer û gêreyê axirê erka Serokkomariyê ya ku hemû alî li vir ketibûn çiravê yakalî bû û namzetê PDK’ê Dr. Letîf Reşîd weke Serokkomarê Iraqê yê nû hate hilbijartin. 

Erê, me bi sê hevokan ev krîz û aloziyên salekê derbas kir, lê esasê xwe ev beşek bû ji van krîzan. Halê hazir niha rewşa Mihemed Siya Sûdanî ku ji aliyê Serokkomar Reşîd ve ku namzetê Çarçoveya Hemahengî ya ji bo serokwezîrtiyê bû hate hilbijartin, dixwaze ji bo hikûmeta nû ava bike, her çendî zend û bend hildaye jî, em dibînin lingê wî ketine solekê. 

Halê hazir şer vegeriyaye ser wezaretan. Niha li nava aliyên Iraqî û Kurdî şerê girtina wezaretan destpê kiriye. Em ji aliyên Kurdî destpê bikin. Li gorî yasayê Iraqê wezaret li gorî kutle û dîsa hejmara kursiyên li Parlementoyê ye, her wiha wezaret li ser aliyên Şîa û Sine jî hatiye dabeşkirin. 4 wezaret ber aliyên Kurdî dikeve. 

Li gorî yasayê ji bo kutleyên li Parlementoya Iraqê ji bo Şîayan 11-12, ji bo Sune 6-7, ji bo Kurdan 4-5 û ji bo kêmeneteweyan jî 1 wezaret tê dayîn. 

Ji ber xireciriya erka serokkomariyê ya demek dirêj a di nava Kurdan de, kir ku niha şerek din rû bide; ew jî ji bo girtina wezaretan e. Li vir PDK diyar dike ku ji para Kurdan herî zêdetir wezaret dest bi wan bikeve, li aliyê din jî YNK dibêje, divê herî kêm 2 wezaret ber wan bikeve. Li vir a li hev neyê kirin û balkêş jî ew e ku PDK her çendî bi namzetê xwe yê Serokkomariyê çû hilbijartinê û bi ser ket, niha diyar dike ku ew namzet ser bi YNK’ê ye divê para zêdetir a wezaretan ji bo wan be. Li aliyê din YNK jî destnîşan dike ku serokkomar namzetê PDK’ê bû û ew serket, divê herî kêm 2 wezaret bigire.

Li vir em dibînin PDK û YNK a li ser erka Serokkomariyê qirika hev nediberdan, niha Serokkomar Dr. Letîf Reşîd tenê maye, kes xwe lê nake xwedî. YNK jî û PDK ji bo zêdetir wezaret bigire, Dr. Letîf Reşîd daye aliyekê û xwe lê nakin xwedî. A li vir, li bû li Dr. Letîf Reşîd bû. Halê Dr. Reşît ketê, weke Melayê Meşûr û piştî lihêfa wî hate dizîn û şûnde tenê ma naverastê û şer dawî bû, lê hat. Ev jî mijareke din a nirxandinê ye. 

Niha her çendî diyar nîne bê ka kîjan wezaret bikeve para Kurdan ji xwe ji bo vê jî ji niha ve bazar destpê kiriye. 

Li aliyê Iraqê jî rewş ne ji ya herêma Kurdistanê cuda ye. Hem niqaşên di nava Çarçoveya Hemahengî û hem jî aliyên din jî ji bo wezaretên esas in ên weke Wezareta Neft-gaz, Darayî, Xizmetguzarî, Şaristanî dixwazin bigin, dest bi bazarek mezin kiriye. Di vê demê de dema 15 rojan a ji bo Serokwezîr Mihemed Siya Sûdanî jî hatibû veqetandin ji bo hikûmeta nû jî diqede. 

Niha Sûdanî ji bo 22 wezaretan ketiye gera qanekirina aliyan a li ser wezaretan. Lê wer xuya ye ku wê ev yek wisa rehet nebe. Barê Sûdanî jî têra xwe giran dibe û wê di navbera aliyan de biçe û bê. Ji xwe çav li rê ye ku di nava van rojan de Sûdanî kabîneya xwe diyar bike û avakirina hikûmetê ragihîne. 

A niha tê mereqkirin, dema ji bo Sûdanî hatî diyarkirin wê bikare hikûmetê ava bike yan na? Wê bikare aliyan ji bo hikûmeta nû û pêvajoya nû bîne ba hev an na? Lê we xuyaye wê ev yek pir zehmet be. Ji niha ve em dibînin şerê li ser wezaretan wê Sûdanî baş di nava xwêdanê de bihêle. 

Dema mirov li tabloya jor dinêre dibîne ku di rewşeke wiha de gelo wê hikûmet çawa bê avakirin? Dema bê avakirin jî wê di berjewendiyên civakê de be yan na? A dixuyê hemû şer û alozî ji bo bidestxistina pere ye, ne berjewendiyên civakê ye. Ji bo wê ye ku hikûmet bê avakirin jî wê nekare pêwîstî û xizmeta civakê bike.

Em jî binêrin ka wê encam çawa be…