Li Şama paytexta Sûriyeyê komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Colanî-HTŞ’ê bi gefên binçavkirin û êşkenceyê mal û milkên welatiyên sivîl bi awayekî sîstematîk bi darê zorê xesp û talan dikin. Li gorî rapora Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bi tenê li navçeya Eş El Vervarê zêdetirî 50 malên sivîlan bi darê zorê hatine desteserkirin.
Tê îdîakirin ku li herêma Barzehê serokê şaredariyê bêyî dayîna belgeyên qanûnî, destûr daye desteserkirina mal û milkan û jevkariyê li gel komên çekdar dike.
BI ÎDÎAYA ‘HEMTAWANIYÊ’ MAL Û MILK TÊN TALANKIRIN
Li gorî rapora SOHR’ê niştecihên sivîl:
Bi hincetên derewîn ên weke ‘’Di serdema rejîma berê de sûc kiriye’’ gef li wan tê xwarin.
Bi tirsa girtin û êşkenceyê neçar dimînin ku mal û milkên xwe biterikînin.
Kesên ku vê yekê qebûl nakin yan jî protesto dikin bi tundiya fîzîkî yan jî heqaretê re rû bi rû dimînin.
NECAR TÊN HIŞTIN KU BI ERZANÎ BIFIROŞIN
Li gorî tespîtên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, derfeta welatiyên sivîl tune ye ku li hemberî komên çekdar li ber xwe bidin. Gelek malbat ji ber vê zext û zilmê neçar dimînin ku mal û milkên xwe ji komên çekdar re bihêlin yan jî bi erzanî bifiroşin. Komên çekdar ên girêdayî hikûmetê hewl didin vê desteserkirinê bi îdîaya ‘Jixwe ew erd ên wan e’’ rewa bikin.
Ev bûyerên li Şamê bi regaşiyên mezhebî ên li welêt zêde dibin û bûyerên tundiyê re parelel in. Bi taybetî jî li herêmên weke Humus, Hama û li ber peravê bûyerên revandin û kuştinê welatiyan bi awayekî cidi metirsîdar dikin.
Nediyariya hiqûqî ya li welêt, neparastina dewletê û hesabnepirsîna ji komên çekdar, êrîşên talankirina mal û milkên sivîlan hêsantir dikin