Hêza têkoşîna yekbûyî ya jinan

Weke ku di mînaka parastina Peymana Stenbolê de derkete holê, têkoşîna yekbûyî ya jinan sînerjiyeke bêhempa û hêzeke xurt a berxwedanê afirandiye, tirs berdaye dilê faşîzma mêr-dewletê.

Ya ku mêr kir serdest, serweriya li ser jinê ye. Ev serweriya li jinê veguherî serweriya li ser civakê û xwezayê, bû dewlet û çandeke serwer. Di nava dewleta mêr de zexta civakî û çînî, zexta zayendî û tundî di zikhev de ne. Jin kirine çîn û zayenda destpêkê ya mafên wê tê binpêkirin û serwerî lê hatiye ferzkirin, veguherandiye objeyekê ku desthilatdariya mêr pê hertimî bike.

Li gorî hin çavkaniyên berê, dema ku dewletbûnê dest pê kir qralên destpêkê yên Sumer û Misrê jin bi rengekî komî binax kirine. Yanî qral-xweda bi sedan jinên ku xistin xizmeta xwe, piştî ku qral mir pê re bi saxî dihatine veşartin. Li gorî gotegotan ev jinên di xizmeta qral de bûn tevî qral diçûn bihuştê. Serweriya li jinê bi vî rengî rewa dikirin, bingeha ruhî û zîhnî ya kolekirina civakî amade kirin.

Dema ku mirov vê serdemê bi serdemên nêz ên derbasbûyî û şaristaniyên destpêkê yên dewletperestiyê didin ber hev hingî zext û serweriyeke girantir, tundiyeke piralî, polîtîkayeke qirkirinê ya zayendî ya li dijî jinê tê dîtin. Em her roj û her kêliyê dibînin ku bêhurmetî, nehezkirin, bêqîmetkirin li jinê tê ferzkirin, ew weke objeyekê tê dîtin, destavêtin û komkujî bi şêweyên tirsnak tên kirin. Di serdema netewe dewletan a modernîteya kapîtalîst de, li her qada jiyanê û di her kêliyê de, zîhnihiyet, hest, ruh û bedena jinê bi rêk û pêk dibin hedefa destavêtin, undî û komkujiyê; ji binaxkirina bi saxî wêtir hovîtiyeke jê xerabtir tê kirin.

Em zanin ku ewladê mirovan mêr; bi desthilatdariyê re hêza ku ew afirandiye û jiyan pêşkêşî wî kiriye înkar kiriye; veguheriye dijminê jinê, kujerê jiyanê, zalimê li ser xwezayê. Yekemcar derketina ji rê ya di dîrokê de, bi xiyaneta li dayikê dest pê kiriye. Zayendîperestî bûye îdeolojiya vê xiyanetê. Her wiha îdeolojiyên neteweperestî, olperestî û zanistîperestî weke îdeolojiyên destpêkê yên ji rê derketî, exlaq, wijdan û nirxên civakî hêrandine. Di encama êrişên şerê taybet ên van îdeolojiyan de, birîneke mezin li exlaq û wijdanê civakî rû da, civak seqet bû.

Serdema modernîteya kapîtalîst ku nijadperestî, neteweperestî, olperestî û zanistperestî lê gihîştiye asta bilind, ji serdemên berê xerabtir mirin û koletî li jinan ferz kiriye. Jin kiriye meta, veguherandiye çavkaniyeke sermayeyê. Qirkirina jinê ya bi destê xweda-qralên destpêkê li ber qirkirina jinê ya bi destê xweda-qralên dawiyê gelekî sivik û bêguneh tê dîtin.

Xiyanet û laneta mezin a serweriya mêr li jinê hatibe kirin jî jinê bi rengekî mezin li ber xwe da. Koletî, di dil û mejiyê xwe de qebûl nekir; bi sedan salî li ber xwe da û têkoşiya. Ev têkoşîn 200 salên dawî hîn bi zanebûn û rêxistinî tê meşandin. Gav bi ga vediguhere têkoşîna jinê ya yekbûyî.

Têkoşîna azadiyê ya jinê, maskeyên sîstema serweriya mêr hemûyan dixîne, qral ê tazî eşkere dike. Sedema hêrsa mezin a xweda-qralên vê serdemê ya li dijî jinê ev e. Jin êdî milk, meta û sermayebûnê red dikin; dixwazin çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin, bibin ya xwe bi xwe, bi rengekî azad û wekhev bi mirovî bijî. Ev daxwaz serdestan dîn û har dike. Zanin ku dema koletî hilweşiya wê serwerî jî hilweşe. Tundiya li dijî jinê ji vê tirsa kûr xwe xwedî dike.

Têkoşîna azadiyê ya jinê niha li her bihosta gerstêrkê veguheriye berxwedaneke mezin. Têkoşîna azadiyê ya jinê wê mohra xwe li sedsala 21'ê bixe. Di vê sed salê de jî wê têkoşîna yekbûyî ya jinan pêşketinên mezin pêk bîne. Têkoşîna jinan a yekbûyî ya li Tirkiyeyê ji niha ve mizgîniya vê yekê dide. Têkoşîna yekbûyî ya tevgera jinan a Kurd û tevgera jinan a Tirkiyeyê ya li dijî faşîzmê, ji niha ve bandora xwe nîşan dide.

Jinên Kurd ku zêdeyî 40 sal in têkoşîneke rêxistinbûyî dimeşînin, bandoreke gelekî mezin li tevgera jinên Tirkiyeyê kiriye. Weke ku di mînaka parastina Peymana Stenbolê de derkete holê, têkoşîna yekbûyî ya jinan sînerjiyeke bêhempa û hêzeke xurt a berxwedanê afirandiye, tirs berdaye dilê faşîzma mêr-dewletê.

Tevgera jinê ya Kurdistan û Tirkiyeyê li dora Peymana Stenbolê bûn yek dil û yek deng. Bêguman hêvî û daxwaz ew e; heman têkoşîn û sekna hevpar ji bo destketiyên tevgera jinên Kurd jî bê nîşandan ku bi berdêlên giran hatine afirandin. Di serî de hevserokatî û temsîliyeta wekhev, nirxên ku bi têkoşîna mezin a jinên Kurd hatin afirandin, nirx û destketiyên hevpar ên jinan hemûyan e. Parastina van destketiyan ji Peymana Stenbolê jî wêdetir tê wateya parastina mfên jinê. Rastî ew e; gefa faşîzma mêr-dewletê ya li ser Peymana Stenbolê tenê bi parastina hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev dikare ji holê bê rakirin.